HAWARNET Webtv

Vîdeo'yên dawî ji HAWARNET Webtv

3/9/16

"Ez zanim Kurdistanê çêbe"

Ji: Kurdlist Demjimêr: 11:59 PM

12/21/15



Ciwan Haco strana xwe ya bi navê "Pêşmerge" ku cara ewil di sala 1979'an de de di albûma xwe bi heman navî de gotibû jinûve aranje kir û bi klîbeke nû ku li başûrê Kurdistanê hate kişandin pêşkêş kir.



Ji Ciwan Haco klîbek nû: Piştî 35 salan ji nû ve "Pêşmerge"

Ji: Serbûriyek Demjimêr: 8:24 AM

12/11/15

Dewreyek nû ya Şervanên YPG û YPJ li Hesekê bi dawî bû

Ji: Kurdlist Demjimêr: 6:03 AM

Derbarê erîşa Til Temirê de daxûyaniya desteya hûndirîn a kantona Cizîrê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 6:01 AM

12/10/15





Ji Rûken Yilmaz stranên bi performansa zindî - Vîdeo

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:14 AM

Laleş / Belgefîlmek li ser ola "Êzîdî" - Vîdeo

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:14 AM

Kêfa orangutunê gelek ji sêhrê re hat

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:14 AM

Ji Silbûs û Tarî klîbek nû: Lorê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:05 AM

Li Dirbêsiyê hejmara xaniyên nû zêde dibe - Vîdeo

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:04 AM



Fragmana belgefîma "Sakîna Cansiz: Jiyana min her şer bû"

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:57 AM

Di 100 salên dawî guherîna jinên Çînê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:57 AM

Daxwazên gelê Amedê ji Mesûd Barzanî'yê - Vîdeo

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:30 AM

Li Sûrê berxwedana gel didome - Vîdeo

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:28 AM



Di dilê deryayê de: Di sînemayê de nêçîra herî mezin a balînayê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:13 AM

Gelê Başûr: Li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk em ê bi her awayî li ber xwe bidin

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:10 AM

HDP:Rola Barzanî di çareserkirina pirsa Kurd de girîng e

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:07 AM

12/5/15




Gaza sirûştî ya Kurdistanê: Krîza Rûsya û Tirkan dikare kêrî Kurdan were

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:45 AM


Hemû agahiyên te di zendê te de ne

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:42 AM

Li Hîndîstanê hejmara miriyên ji berlehiyê gihêşt 450an

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:42 AM

Bikaranîna zimanê Kurdî di medyaya Kurdî de di çi astê de ye? - Vîdeo

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:41 AM



Demawaz: Bi Berfîn Mamedova re hevpeyvîna li ser muzîka Kurdî

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:34 AM




Belgefîlma li ser gerîlayan "Bakûr" niha temaşe bike

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:30 AM

Ji bo bîranîna Hacî Bîrlîk: Ji Keremo "Dengê 28 Guleyan" - Vîdeo

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:28 AM





Fîlma nû ya Bahman Qûbadî: Alaya bê Welat

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:27 AM



Wiha bersiva DAÎŞ û hemû dijminên Kurdistanê dan

Ji: Kurdlist Demjimêr: 1:04 AM

11/26/15

Ax û Av - Şemlê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:31 AM

11/18/15

Ji Serhat Kural klîbek nû: Nêrgîz

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:23 AM

Pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê behsa şerê bi DAÎŞ'ê re ya li Şengalê kirin

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:17 AM

Li Parlamentoya Ewropayê bi armanca piştgiriya bi Rojava re konferansek û pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çep a Elman Jalpke ku got, "Rojava li aliyekî ku li hember DAIŞ’ê têdikoşe li aliyê din jî hewl dide pergalekê ava bike” banga piştgiriyê kir.

Li Parlamentoya Ewropa (PE) a li paytexta Belçîka Buksel, konferanseke bi mijara “Li Rojava modeleke civakî demokratîk a adil” û pêşengeheke wêneyan hat lidarxistin. Di konferansa ku ji aliyê Koma Çep a PE ve hat lidarxistin, endama Parlamentoya Federal a Elmanya Ulla Jelpk, Zanyarê Siyasetê yê Awûstûryayî û nivîskar Thomas Schmidinger, endamên PE Sabîne Losing û Cornelia Ernst tevlî bûn. Piştî konferansa ku komkujiya Parîsê hat şermezarkirin wêneyên wênekêş Birgit Haubner li Rojava kişandibûn hatin nîşandan.

DIVÊ BI ROJAVA RE DI NAV PÎŞTGIRIYÊ DE BIN’

Parlamentera Parlamentoya Federal a Elmanya Ulla Jelpke ya axaftina yekemîn kir, bal kişand ser pergala li kantonên Qamişlo, Efrîn û Kobanê yên Rojava. Jelpke diyar kir ku Kurd li Rojava li hember çeteyên herî barbar ên cîhanê şer dikin û got: "Li wir tê xwestin ku jiyaneke gel bi hev re bijîn bê avakirin. Li Rojava şoreşek tê jiyîn. Pêşengiya wê jî jin dikin. Şoreşa li vir mîna şoreşa jinê ye. Niha li aliyekî li hember DAIŞ’ê têkoşîn tê kirin li aliyê din jî hewl tê dayîn ku pergalek bê avakirin. Gel hemû bi hev re dijîn. Lê li gel vê gelek pirsgirêk jî hene. Derfetên kar nînin, zanîngeh nînin. Jiyan ji nû ve tê avakirin. Lewma pêwîst e kampanyayeke Navneteweyî bê pêşxistn. Divê her kes piştevaniyê bike.”


Li Parlamentoya Ewropa konferansa ‘Rojava’

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:15 AM



"Hin" Êzîdî ku zilma Ereban ji bîr kirine li şûna ala Kurdistanê ala Iraqê radikin

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:13 AM

Li zaningeha Kurdistanê semînera standart kirina zimanê Kurdî

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:59 AM



Li Farqînê, ku hêzên taybet ên Qesrê cara 6. li hemberî wê sefer pêk anî, dîmenên piştî dorpêçiyê xuya kirin, ne xerîb in.

Di roja 3. a rakirina qedexeya derketina derve ya 12 rojan de em li taxên Mescît û Tekelê digerin. Li van taxan xaniyek nîne ku gule lê neketiye. Hin avahî bi temamî xera bûne.

Li van her du taxan, ji bilî vî dîmenê şer ya ku di destpêkê de bala mirovan dikişîne, bêdengî û rewşa westiyayî ye. Li hin kolanan ekîbên şaredariyê dixebitin, mirov li nava kolanan digerin û wêneyên avahiyên hatine hilweşandin dikişînin. Lê belê her tişt gelekî bêdeng e. Ya ku vê bêdengiyê ji holê radike jî zarokên rûken in, ku dema makîneya wêneyan dibînin nîşaneya serketinê dikin.

'Tîmên Esedûllah' ên ku navê xwe li dîwaran nivîsandin, tevî komkujiyê, talan û dizî jî kirin. Farqîniyan di vê mijarê de gelekî axivîn. Yek ji van jî talankirina kafeyeke înternetê ya li kolana Bîtlîsê ye, ku ji aliyê tîmên taybet ve hatiye şêlandin. Xwediyê kafeyê ji ber ku bi 'serbestiya bi kontrol' ji girtîgehê derketiye, naxwaze biaxive.

Yên naxwazin biaxivin gelek in. Dema kamera tên girtin, hovîtiya dewletê bi awayekî gelekî zelal vedibêjin. Gotinên "Bombe li ser me barandin, gule li me reşandin. Erdogan, AKP'ê ev kir" ji aliyê her kesî ve tên bilêvkirin.

Her kesên em li her du taxan bi wan re axivîn dizanin ku mesele ne 'meseleya xendekan' e. Sedema vê hovîtiya bi serê wan de hatiye bi awayekî gelekî zelal vedibêjin: Me xwest bi nasname, bi vîna xwe bijîn. Dewletê vîna me nas nekir.

Gilî û gazina ku gel dike; helwesta bajarên din e ku bi têrkerî destek nedane taxên wan. Vê rewşê di nava gel de rê li ber hesteke bi tenê mayînê vekir.

WESAYÎTÊN ZIRXÎ HÎNÊ LI NAVA KOLANAN DIGERIN

Hêzên taybet ên qesrê hînê bi temamî ji taxê derneketine. Li kolanan wesayîtên zirxî yên polîsan timî digerin. Li hin nuqteyan jî polîsên tîmên taybet ên bi çekên sûîqestê tên dÎtin. Mîna ku şopên fîşekan ên li malan, qalikên guleyan têrê nake, dewlet dixwaze hêz û hebûna xwe ya leşkerî bide hîskirin.

ŞAREDARIYAN DEST BI JI NÛ VE AVAKIRINÊ KIR

Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi avakirinê kirine. Cîgira Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner diyar kir ku di destpêkê de wan dest bi temîrkirina xanî û paceyên xaniyên ku mirov dikarin lê bimînin kirine. Wezîfedar li kolanan, qebloyên elektrîkê û lûleyên avê bi cih dikin.

Tevî vê hewldana şaredariyan a ji bo asayîkirina jiyanê, hin mirovan ji taxê bar kirin. Weke sedem jî rewşa ne diyar destnîşan kirin. Lê belê ev terikandin naşibe ya salên 1990'î. Mîna 'navberdayînê' ye. Ji ber ku li taxeke din a Farqînê bi cih dibin. Dîsa jî dema vê dikin dibêjin, 'terikandin zehmet e' û destnîşan dikin ku dema rewş sererast bû, ew ê vegerin.

Extiyarrekî li ber mala xwe ya hatiye xerakirin rûniştî, bi vê gotina xwe re rewşê bi zelalî radixe pêş çavan: "Erdogan bûye serokê DAIŞ'ê."

Li taxa Tekelê, Mehmet Şerîf Coşkûn ê 83 salî, dorpêçiya 12 rojan kurteber kir. Coşkûn yek ji 5-6 kesên ku cenazeye Îsmet Gezîcî yê hewl dida xwarziyê wî Engîn Gezîcî rizgar bike hat qetilkirin, ji taxê derxistiye. Coşkûn got, "Ez bûm, du zarokên min û hevera min. Me cenaze rakir. Dema em meşiyan jî bi dengekî bilind ez axivîm. Min got; ji bo Xwedê em jî mirov in. Em Misilman in. Ewqas mirin û êş ne bes e? Li pişt wî girî gule li me dibariyan. Dengê topan dihat. Gule mîna ba li pişt me diketin. Em çi bikin? Ya bila me bi temamî tine bikin yan jî dawî li vê rewşê bînin.

Ne tenê li Farqînê, hêzên taybet ên Qesrê ji 7'ê Hezîranê û vir ve li hemû herêmên dorpêç kirin, nehiştin cenaze ji taxan bên rakirin, birîndar sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Gel, tevî xeteriya ji destdayîna jiyanê jî cenazeyên xwe defin kir.

Li Farqînê rewşeke şînê, heye, serdanên sersaxiyê dewam dikin. Mala malbata Yakûp Sînbag ê di roja 7. a dorpêçiyê de hat qetilkirin, tijî ye.

'ME HER TIM AŞTÎ XWEST, EM HÎNÊ JÎ AŞTIYÊ DIXWAZIM'

Dayik Fatma Sînbag li ser kurê xwe digirî û bi gotina "12 rojan komkujî anîn serê me" dest bi axaftina xwe kir. Tevî ku berî demeke kurt kurê xwe ji dest da, dayik Sînbag dibêje, "Tevî her tiştî jî em aştiyê dixwazin."

Dayik Sînbag wiha dewam dike: "Wijdan û edalet bi wan re nemaye. Eger bi vî rengî nêzî zarokên wan bibûna, wê qebûl bikira? Em qebûl nakin ku zarokên me yên bêguneh li mala xwe bên qetilkirin. Tiştekî me kiriye nîne. Eger me tiştek kiribûna em ê derketina serê çiyê. Me her tim aştî xwestin û em hînê jî aştiyê dixwazin. her roj şitlên nû diqurmiçînin. Ji ber ku Kurd in guleyan li wan direşînin. Di bin navê 'terorê' de extiyaran, ciwanan li nava malên wan dikujin."

'BI PARVEKIRINÊ RE ME XWE XWEDÎ KIRIN'

Rabîa Ekîncî yek ji şahidên komkujiyê ye: "Bi rojan em ji malê derneketin. Ne xwarin, ne elektrîk, ne jî av hebû. Me jî bi cîranên xwe re parve kirin û bi vî rengî me xwe xwedî kirin. Lê belê rewşa cîranên me ji ya me ne baştir bû. Di dema şer de me nikarîbû li nexweşên xwe binêrin. Me nikarîbûnx warinê bidin zarokên xwe. Ji bo tedawiya derman me alîkarî xwest, lê ew jî nedan."

Ji bo pirsa 'dewlet çima êrîşî we dike?' Rabîa Ekîncî ev bersiv da: "Her kesî di bin navê 'terorê' de dikuje. Bi vî rengî dereweke mezin belav dike."



Piştî barbariya dewleta Tirk rewşa Farqînê: Koçberî, wêranî û hêrs

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:32 AM

11/17/15

Bultena nûçeyan

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:20 AM

11/14/15




Artêşa Tirk a dagirker ji Farqînê wiha vekişîya

Ji: Kurdlist Demjimêr: 6:19 AM

11/13/15



Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di Civîna Giştî ya Komîsyona Jinê ya KCD'êde axivî û nirxandina "AKP'ê biryara şer daye lê em ji biryara aştiyê venagerin" kir.

Endamên Komîsyona Jinê ya Kongreya Civaka Azad ji bo Civîna Giştî li Amedê kom bûn. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Endama Diwana Serokatiyê ya KCD'ê Mulkiye Bîrtane û endamên desteyê beşdarî civînê bûn. Civînê bi rêzgirtinê destpê kir û bi axaftina Mulkiye Bîrtane berdewam kir.

Bîrtane di axaftina xwe de diyar kir ku piştî êrîşên ku li pey hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatin kirin nekarîne xebatên xwe bimeşînin û AKP'ê bi lîstikên qirêj di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji sedî 49 deng girtiye. Bîrtane bal kişand li ser êrîşên li Cizîr, Licê, Silopiya û Kurdistanê û got ku bi taybetî jî ev êrîş li ser jinan hatiye meşandin. Bîrtane nirxandina "Weke jin divê van pêkûtî û zordestiyan pûç bikin" kir.

Piştre Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û mizgîniya azadkirina Şengalê da jinan û got ku li hemberî vê têkoşînê ti hêz nikare bisekine.

Irmak piştre destnîşan kir ku yên li Cizîrê nekarin bigihîjin armanca xwe li Farqînê jî nikarin bigihîjin armanca xwe ji bo vê yekê jî weke jin divê têkoşîneke xurtir bidin.

Irmak bilêv kir ku ew ê weke jin di civînê de di pêvajoya saleke de çi bikin nîqaş bikin û wiha axivî: "AKP'ê biryara şer daye lê em dest ji biryara aştiyê bernadin. Heta ku tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin ev ê bi vî rengî berdewam bike. Ji bo me biryara serokatiyê ne pirsgirêk e. Serokatî divê cudatiyên ol, nijad û çandê nas bike û guhê xwe bide gotinên gel."

Piştî axaftinan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Hevseroka KCD'ê: Ji bo me biryara "serokatî"yê ne pirsgirêk e lê...

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:54 AM




Rojek ji rojên berxwedaniya şervanên YPG'yê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:37 AM

Dîmena daxûyaniya rizgarkirina Şengalê ya serokê Kurdistana Federalê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:28 AM

Êzîdîyên li kampa Batmanê li ser rizgar bûna Şengal'ê axifîn

Ji: Kurdlist Demjimêr: 7:24 AM

11/12/15

Dagirkeriya dewleta Tirk a li kolanên Farqînê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:03 AM




Êzîdî li ser rizgariya Şengalê çi dibêjin?

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:00 AM

Ji sala 1989'an ahengeke Kurda a li Ewrûpayê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:59 AM


Şervanên YPG'yê ya li Hesekê wiha pêşve diçin

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:55 AM




Dîmenên nû ên ji operasyona rizgariya Şengalê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:53 AM

Reva çeteyên DAÎŞ'ê ji Şengalê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:46 AM

Gelê Êzidî jî çek rakirin û tevlî rizgarkirina Şengalê bûn

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:45 AM

Ji kolanên Şengalê dîmenên şervanên Kurd

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:43 AM

Dîmenên ji mewzîyên gerîlayan a di operasyona Şengalê de

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:41 AM




Ev kuçik rekora derbas bûna ji "tunela herî dirêj a mirovan" bidest xist

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:38 AM

11/10/15

Operasyona Hesekê: Ber bi çeperên nû ve

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:16 AM

Pirsa dayika Kurd a ji Farqînê ji bo Erdoganê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:04 AM

Jinek tîmsahekî mezin wiha zeft kir

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:02 AM



Berxwedana şervanên YPJ'yê: Emê dawiya DAÎŞ'ê bînin

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:00 AM

Qerîna ciwanê ji Farqînê: Bi qasê darekî qiymeta me nîne!

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:47 AM

Li Kerkûkê barana dijwar

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:44 AM

Rewşa zarokên rojavayê Kurdistanê li penaberiyê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:41 AM

Rêzefîlma nû ya Kurdî "Malîno" dest pê dike

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:36 AM

11/7/15



Strana nû ya Adele ya bi navê "Hello" di YouTubê de di nava 2 hefteyan de 315 mîlyon car hate tikandin. Heman demê de tevî platformên wekî Spotify, Itunes û hwd. de hejmara guhdarî kirina strana nû ya Adele'yê 1 mîlyarî derbas kir.



Ji Adele rekorek nû: Di 2 hefteyan de 315 mîlyon car

Ji: Kurdlist Demjimêr: 9:20 AM

11/6/15

Hest û Helbest 10.12.2015

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:45 AM

10/17/15

Dîmenên ji Konferansa Aborîyê ya rojavayê Kurdistanê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 6:24 AM

Bernameya Aş û Bajar li Mêrdînê ye

Ji: Kurdlist Demjimêr: 6:23 AM

Fermandarê YPG'yê Dijwar Xebat derbarê "Yekîtiya Sûriyeya Demokratîk" axifî (VÎDEO)

Ji: Kurdlist Demjimêr: 6:20 AM


Konferansa Lutkeya Cîhana Nû bi durişmeya “Demokrasiya bêyî dewlet” di roja xwe ya dawî de dewam dike.

Duh li bajarê Dêrikê Konferansa Lutkeya Cîhana Nû ku ji aliyê Rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê û Rêveberiya Xweser tê organîzekirin di roja xwe ya yekmîn de destpê kir.

Di kongreya ku 27 amademisyen, rewşenbîr, hunermendên gelek dewletên cîhanê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk beşdarî wê bûne, îro di roja xwe ya duyemîn de destpê kir.

Di konferansê de Hevserokên Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Dicle Hemo û Hisên Adem axivîn û lidarxistina konferasê wekî berhemên tekoşîna hezaran ciwanên Rojava ku canê xwe dane, binav kirin. Hevserokan spasiya rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê li ser vê piştgiriya ku pêşkêş dike, kir.

Karûbarên konferasê bi semînereke bi navê Komînalîzmê ku ji aliyê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif û Endama Parlementoya Katalonyayê Rehearsals Aabanz tê dayîn, didome.

Çav li rê  ye ku derbarê ekolojiyê de jî semînerek were dayîn. Piştî wê dê kesên beşdarî konferansê dê biçin serdana projeya avahiya parlemtoyeke gelerî ya li bajarê Dêrikê ku Rêxistina Cîhana Nû çavdêriyê lê dike. Li wir dê encamanmeya konferasnê jî were xwendin.


Konferansa Lutkeya Cîhana Nû ya li Rojava didome

Ji: Kurdlist Demjimêr: 6:17 AM

Yekem yekîneya dij-teror ya li Efrînê

Ji: Kurdlist Demjimêr: 6:14 AM

Şehrîbana Kurdî: Klîba "Kevokim"

Ji: Kurdlist Demjimêr: 6:09 AM

10/15/15

Rengên Jîyanê - 6. 10. 2015

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:39 AM

10/14/15





Nivîsên dagirkeriyê yên çeteyên Tirk li bajarên Kurdistanê (VÎDEO)

Ji: Kurdlist Demjimêr: 1:35 PM


Kovara elle ji bo ku jin zêdetir di sîyaset û warên cuda de cih bigrin kampanyayek balkêş da dest pê kirin.


"Ji kerema xwe re di jiyan û sîyasetê de zêdetir jin"

Ji: Kurdlist Demjimêr: 1:00 PM


Hevşaredar û 17 endamên meclîsa şaredariya Êlihê ji peywirê hatin dûrxistin

Wezareta Karê Hundir hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Hevşaredara girtî Gulîstan Akel û 17 endamên meclîsên şaredariya Êlihê û bajaroka Girêsira ji peywirê dûr xist.

Wezareta Karê Hundir di nava wan de ,hHevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Hevşaredara girtî Gulîstan Akel û 17 endamên meclîsa şaredariya Êlihê ji peywirê dûr xist.

Endamên meclîsê yên ji peywirê hatine dûrxistin ev in: "Endamên meclîsa şaredariya Êlihê M. Alî Nasiroglu, Bayram Demîr, Gulten Tanguder, Hamîde Çelîk, Hulya Baltaş, Vîldan Ergul Tîlegî, Necmî Dîlmac, Sabahat Acar, Nevaf Taş, Zehra Gonul, Mehmet Kara, Burhan Şat, Nasir Taş, M. Hakki Îpek, Ayhan Sevîm, Ufuk Buluti endamê meclîsa şaredariya bajaroka Girêsira Cemal Erdînç, Seroka Meclîsa Giştî Bajêr Emîne Aslan û endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Şukru Aslan, Mehmet Salîh Altun."

Li gorî prosedurê di nava 10 rojan de Waliyê Êlihê bi endamên meclîsa şaredariyê re civînê pêk bîne û wekîlên şaredariyê yên demdemî diyar bike.Li gelek navendan 25 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin

Li gelek navendan, di serdegirtinan de gelek kes hatin girtin û binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên li hemberî gel ên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin, dewam dikin. Li Erzîrom, Mûş, Wan, Serêkaniyê û Amedê 19 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin. Li Enqereyê jî polîsan êrîşî esnafên ku Erdogan protest kirin, kirin û  6 kes li vê derê kirin binçavan.

ERZÎROM: Li navçeya Erzîrom Avnîkê, tîmên taybet danê sibehê avêtin ser malan û Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Halît Kapo, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Necatî Yazici û Selhan Yazici, Ozcan Yazici, Koksal Kirmanci, Selahatîn Helvaci, Fevzî Karataş, Alî Riza Aras, Orhan Guven û Savaş Dali kirin binçvan. 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Tê gotin, ku operasyonên binçavkirinê yên li navçeyê dewam dikin.

MÛŞ: Li navçeya Mûş Milazgirê, polîs û tîmên taybet avêtin ser maleke li Taxa Menguçgazî û xebatkara DBP'ê Melek Bogan kirin binçavan. Sedema binçavkirina Bogan nehat zanîn, lê ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

WAN: Li navçeya Wan Erdîşê polîsan avêtin ser mala Nûnerê Egîtîm-Sen ê Erdîşê Îlhamî Tekîn û ew kirin binçavan. Tekîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê.

SERÊKANIYÊ: Li navçeya Riha Serêkaniyê, jendermeyan avêtin ser malan û 7 wezîfedarên HDP'ê yên li ser sindoqan ên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê kirin binçavan. Hat argihandin ku ji Taxa Xirbe Cehş Ferman Înanç, ji Taxa Lebbana Halîl Kahraman, ji taxa Xirbe Sûf Aydin Încî û Enver Emen, ji taxa Hûmera Jorîn Mahmût Dagtekîn û ji taxa Ayn Saraç jî Fesîh Say û Faysal Sarigul hatine binçavkirin. Binçavkirî birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê û fikar hene ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.

AMED: Li navçeya Amed Sûrê, Ferhat Pilgis, Alî Yaşar Ak û Rûkiye Orûç ên hatin binçavkirin, duh bi şev derxistin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriyê her sê binçavkirî bi daxwaza girtinê radestî dadgeha nobedar kir, dadgehê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew girtin. Hat ragihandin ku Alî Yaşar Ak û Ferhat Pilgis şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, Rûkiye Orûç jî şandine Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.

ENQERE: Li Enqereyê, esnafên li kolana Konûr ên komkujiya Enqreyê şermezar kirin, pankarta bi nivîsa "Kujer Erdogan" qîriyan. Polîsan êrîşî esnafan kirin û 6 kes kirin binçavan. Navê kesên bi lêdanê hatine binçavkirin bi vî rengî ye: Erdal Sarikaş, Tayfûn Yildirim, Çagri Kor, Okan Okay, Mesût Denîz û Yasîn Ozturk."

Li Îdirê 3 hevşaredar hatin girtin

Li Îdirê di nava wan de hevşaredarên Îdir, Tozan, bajaorak Xoşxeberê jî di nav de 6 siyasetmedar bi hinceta alîkarî dane çalakiya mertalên zindî ji hêla dadgehê ve hatin girtin.

Li Îdirê roja 9'ê cotmehê bi hinceta alîkarî dane çalakiya mertalên zindî Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekîn, Hevşaredarê bajokara Xoşxebar Alî Çam, Hevserokê Meclîsa Giştî ya Bajar A. Kadîr Uzsular, Hevseroka DBP'a Îdîrê ya berê Zubeyde Kaynar, endamên meclîsa şaredariyê Temur Kavli û Saniye Çark, endamê meclîsa giştî M. Siddik Kirang û rêveberê DBP'ê yê Tozanê Huseyîn Yîgît hatin binçavkirin. Siyasetmedarên 3 rojan di bin çavan de hatin girtin duh derxistin edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê M. Siddik Kirang, Huseyîn Yîgît, Îbrahîm Sinay û Temur Kavrî serbest hatin berdan. 6 siyasetmedarên din bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Piştî îfadeya li dadgehê Hevşaredara Îdirê Onder, Hevşaredarê Tozanê Gultekîn, Hevşaredarê bajokara Xoşxebar Çam, Hevserokê Meclîsa Giştî ya Bajar A. Kadîr Uzsular, Hevseroka DBP'a Îdîrê ya berê Kaynar, endama meclîsa şaredariyê Çark bi îdiaya "Alîkarî dane rêxistinê û vehewandine" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Îdirê.

'Îktîdarê daraz xistiye bin destê xwe'

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê M. Emîn Adiyaman diyar kir ku îktîdarê daraza Tirkeyeyê rehîn girtiye û wiha axivî: "Di aliyê me de em li benda girtina hevalên xwe bûn. Ji ber ku ziyniyet û dîktatoriya faşîst a AKP'ê ji 7'ê hezîranê vir ve li hemberî gelê me yê sivîl komkujiya fîzîkî û qirkirina siyasî pêk tîne. Îro ev yek li Îdirê bi awayekî vekirî hat dîtin. Heke darazê hevalên me girti be jî li gorî me daraz di bin destê îktîdarê de ye. îkdarê daraza Tirkiyeyê ji serî heta binî rehîn girtiye. Ev biryara ku hatiye dayîn jî siyasî ye."

Adiyaman anî ziman ku 6 siyasetmedar ji bo bedenên ciwanan nayên binaxkirin destek dan çalakiya mertalên zindî û wiha pê de çû: "Wijdanê darazê çawa dibe bila bibe ew di wijdanê gelê me de bêsûc in û beraet kirine. Tenê sûcê hevalên me ew e ku naxwazin zarokên vî gelî bimirin. Ev girtin darbeya li hemberî aştiyê ye."



Di nav 2 mehan de 20 şaredarên Kurd hatin girtin

Ji: Kurdlist Demjimêr: 8:49 AM

 

 

 

 

Copyright © HAWARNET Webtv | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org