Konferansa Lutkeya Cîhana Nû ya li Rojava didome ~ HAWARNET Webtv

10/17/15



Konferansa Lutkeya Cîhana Nû bi durişmeya “Demokrasiya bêyî dewlet” di roja xwe ya dawî de dewam dike.

Duh li bajarê Dêrikê Konferansa Lutkeya Cîhana Nû ku ji aliyê Rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê û Rêveberiya Xweser tê organîzekirin di roja xwe ya yekmîn de destpê kir.

Di kongreya ku 27 amademisyen, rewşenbîr, hunermendên gelek dewletên cîhanê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk beşdarî wê bûne, îro di roja xwe ya duyemîn de destpê kir.

Di konferansê de Hevserokên Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Dicle Hemo û Hisên Adem axivîn û lidarxistina konferasê wekî berhemên tekoşîna hezaran ciwanên Rojava ku canê xwe dane, binav kirin. Hevserokan spasiya rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê li ser vê piştgiriya ku pêşkêş dike, kir.

Karûbarên konferasê bi semînereke bi navê Komînalîzmê ku ji aliyê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif û Endama Parlementoya Katalonyayê Rehearsals Aabanz tê dayîn, didome.

Çav li rê  ye ku derbarê ekolojiyê de jî semînerek were dayîn. Piştî wê dê kesên beşdarî konferansê dê biçin serdana projeya avahiya parlemtoyeke gelerî ya li bajarê Dêrikê ku Rêxistina Cîhana Nû çavdêriyê lê dike. Li wir dê encamanmeya konferasnê jî were xwendin.


Konferansa Lutkeya Cîhana Nû ya li Rojava didome

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

     

     

     

     

    Copyright © HAWARNET Webtv | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org