Li Farqînê, ku hêzên taybet ên Qesrê cara 6. li hemberî wê sefer pêk anî, dîmenên piştî dorpêçiyê xuya kirin, ne xerîb in.
Di roja 3. a rakirina qedexeya derketina derve ya 12 rojan de em li taxên Mescît û Tekelê digerin. Li van taxan xaniyek nîne ku gule lê neketiye. Hin avahî bi temamî xera bûne.
Li van her du taxan, ji bilî vî dîmenê şer ya ku di destpêkê de bala mirovan dikişîne, bêdengî û rewşa westiyayî ye. Li hin kolanan ekîbên şaredariyê dixebitin, mirov li nava kolanan digerin û wêneyên avahiyên hatine hilweşandin dikişînin. Lê belê her tişt gelekî bêdeng e. Ya ku vê bêdengiyê ji holê radike jî zarokên rûken in, ku dema makîneya wêneyan dibînin nîşaneya serketinê dikin.
'Tîmên Esedûllah' ên ku navê xwe li dîwaran nivîsandin, tevî komkujiyê, talan û dizî jî kirin. Farqîniyan di vê mijarê de gelekî axivîn. Yek ji van jî talankirina kafeyeke înternetê ya li kolana Bîtlîsê ye, ku ji aliyê tîmên taybet ve hatiye şêlandin. Xwediyê kafeyê ji ber ku bi 'serbestiya bi kontrol' ji girtîgehê derketiye, naxwaze biaxive.
Yên naxwazin biaxivin gelek in. Dema kamera tên girtin, hovîtiya dewletê bi awayekî gelekî zelal vedibêjin. Gotinên "Bombe li ser me barandin, gule li me reşandin. Erdogan, AKP'ê ev kir" ji aliyê her kesî ve tên bilêvkirin.
Her kesên em li her du taxan bi wan re axivîn dizanin ku mesele ne 'meseleya xendekan' e. Sedema vê hovîtiya bi serê wan de hatiye bi awayekî gelekî zelal vedibêjin: Me xwest bi nasname, bi vîna xwe bijîn. Dewletê vîna me nas nekir.
Gilî û gazina ku gel dike; helwesta bajarên din e ku bi têrkerî destek nedane taxên wan. Vê rewşê di nava gel de rê li ber hesteke bi tenê mayînê vekir.
WESAYÎTÊN ZIRXÎ HÎNÊ LI NAVA KOLANAN DIGERIN
Hêzên taybet ên qesrê hînê bi temamî ji taxê derneketine. Li kolanan wesayîtên zirxî yên polîsan timî digerin. Li hin nuqteyan jî polîsên tîmên taybet ên bi çekên sûîqestê tên dÎtin. Mîna ku şopên fîşekan ên li malan, qalikên guleyan têrê nake, dewlet dixwaze hêz û hebûna xwe ya leşkerî bide hîskirin.
ŞAREDARIYAN DEST BI JI NÛ VE AVAKIRINÊ KIR
Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi avakirinê kirine. Cîgira Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner diyar kir ku di destpêkê de wan dest bi temîrkirina xanî û paceyên xaniyên ku mirov dikarin lê bimînin kirine. Wezîfedar li kolanan, qebloyên elektrîkê û lûleyên avê bi cih dikin.
Tevî vê hewldana şaredariyan a ji bo asayîkirina jiyanê, hin mirovan ji taxê bar kirin. Weke sedem jî rewşa ne diyar destnîşan kirin. Lê belê ev terikandin naşibe ya salên 1990'î. Mîna 'navberdayînê' ye. Ji ber ku li taxeke din a Farqînê bi cih dibin. Dîsa jî dema vê dikin dibêjin, 'terikandin zehmet e' û destnîşan dikin ku dema rewş sererast bû, ew ê vegerin.
Extiyarrekî li ber mala xwe ya hatiye xerakirin rûniştî, bi vê gotina xwe re rewşê bi zelalî radixe pêş çavan: "Erdogan bûye serokê DAIŞ'ê."
Li taxa Tekelê, Mehmet Şerîf Coşkûn ê 83 salî, dorpêçiya 12 rojan kurteber kir. Coşkûn yek ji 5-6 kesên ku cenazeye Îsmet Gezîcî yê hewl dida xwarziyê wî Engîn Gezîcî rizgar bike hat qetilkirin, ji taxê derxistiye. Coşkûn got, "Ez bûm, du zarokên min û hevera min. Me cenaze rakir. Dema em meşiyan jî bi dengekî bilind ez axivîm. Min got; ji bo Xwedê em jî mirov in. Em Misilman in. Ewqas mirin û êş ne bes e? Li pişt wî girî gule li me dibariyan. Dengê topan dihat. Gule mîna ba li pişt me diketin. Em çi bikin? Ya bila me bi temamî tine bikin yan jî dawî li vê rewşê bînin.
Ne tenê li Farqînê, hêzên taybet ên Qesrê ji 7'ê Hezîranê û vir ve li hemû herêmên dorpêç kirin, nehiştin cenaze ji taxan bên rakirin, birîndar sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Gel, tevî xeteriya ji destdayîna jiyanê jî cenazeyên xwe defin kir.
Li Farqînê rewşeke şînê, heye, serdanên sersaxiyê dewam dikin. Mala malbata Yakûp Sînbag ê di roja 7. a dorpêçiyê de hat qetilkirin, tijî ye.
'ME HER TIM AŞTÎ XWEST, EM HÎNÊ JÎ AŞTIYÊ DIXWAZIM'
Dayik Fatma Sînbag li ser kurê xwe digirî û bi gotina "12 rojan komkujî anîn serê me" dest bi axaftina xwe kir. Tevî ku berî demeke kurt kurê xwe ji dest da, dayik Sînbag dibêje, "Tevî her tiştî jî em aştiyê dixwazin."
Dayik Sînbag wiha dewam dike: "Wijdan û edalet bi wan re nemaye. Eger bi vî rengî nêzî zarokên wan bibûna, wê qebûl bikira? Em qebûl nakin ku zarokên me yên bêguneh li mala xwe bên qetilkirin. Tiştekî me kiriye nîne. Eger me tiştek kiribûna em ê derketina serê çiyê. Me her tim aştî xwestin û em hînê jî aştiyê dixwazin. her roj şitlên nû diqurmiçînin. Ji ber ku Kurd in guleyan li wan direşînin. Di bin navê 'terorê' de extiyaran, ciwanan li nava malên wan dikujin."
'BI PARVEKIRINÊ RE ME XWE XWEDÎ KIRIN'
Rabîa Ekîncî yek ji şahidên komkujiyê ye: "Bi rojan em ji malê derneketin. Ne xwarin, ne elektrîk, ne jî av hebû. Me jî bi cîranên xwe re parve kirin û bi vî rengî me xwe xwedî kirin. Lê belê rewşa cîranên me ji ya me ne baştir bû. Di dema şer de me nikarîbû li nexweşên xwe binêrin. Me nikarîbûnx warinê bidin zarokên xwe. Ji bo tedawiya derman me alîkarî xwest, lê ew jî nedan."
Ji bo pirsa 'dewlet çima êrîşî we dike?' Rabîa Ekîncî ev bersiv da: "Her kesî di bin navê 'terorê' de dikuje. Bi vî rengî dereweke mezin belav dike."
0 şîrove:
Post a Comment