Hevşaredar û 17 endamên meclîsa şaredariya Êlihê ji peywirê hatin dûrxistin
Wezareta Karê Hundir hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Hevşaredara girtî Gulîstan Akel û 17 endamên meclîsên şaredariya Êlihê û bajaroka Girêsira ji peywirê dûr xist.
Wezareta Karê Hundir di nava wan de ,hHevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Hevşaredara girtî Gulîstan Akel û 17 endamên meclîsa şaredariya Êlihê ji peywirê dûr xist.
Endamên meclîsê yên ji peywirê hatine dûrxistin ev in: "Endamên meclîsa şaredariya Êlihê M. Alî Nasiroglu, Bayram Demîr, Gulten Tanguder, Hamîde Çelîk, Hulya Baltaş, Vîldan Ergul Tîlegî, Necmî Dîlmac, Sabahat Acar, Nevaf Taş, Zehra Gonul, Mehmet Kara, Burhan Şat, Nasir Taş, M. Hakki Îpek, Ayhan Sevîm, Ufuk Buluti endamê meclîsa şaredariya bajaroka Girêsira Cemal Erdînç, Seroka Meclîsa Giştî Bajêr Emîne Aslan û endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Şukru Aslan, Mehmet Salîh Altun."
Li gorî prosedurê di nava 10 rojan de Waliyê Êlihê bi endamên meclîsa şaredariyê re civînê pêk bîne û wekîlên şaredariyê yên demdemî diyar bike.Li gelek navendan 25 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin
Li gelek navendan, di serdegirtinan de gelek kes hatin girtin û binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên li hemberî gel ên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin, dewam dikin. Li Erzîrom, Mûş, Wan, Serêkaniyê û Amedê 19 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin. Li Enqereyê jî polîsan êrîşî esnafên ku Erdogan protest kirin, kirin û 6 kes li vê derê kirin binçavan.
ERZÎROM: Li navçeya Erzîrom Avnîkê, tîmên taybet danê sibehê avêtin ser malan û Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Halît Kapo, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Necatî Yazici û Selhan Yazici, Ozcan Yazici, Koksal Kirmanci, Selahatîn Helvaci, Fevzî Karataş, Alî Riza Aras, Orhan Guven û Savaş Dali kirin binçvan. 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Tê gotin, ku operasyonên binçavkirinê yên li navçeyê dewam dikin.
MÛŞ: Li navçeya Mûş Milazgirê, polîs û tîmên taybet avêtin ser maleke li Taxa Menguçgazî û xebatkara DBP'ê Melek Bogan kirin binçavan. Sedema binçavkirina Bogan nehat zanîn, lê ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
WAN: Li navçeya Wan Erdîşê polîsan avêtin ser mala Nûnerê Egîtîm-Sen ê Erdîşê Îlhamî Tekîn û ew kirin binçavan. Tekîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê.
SERÊKANIYÊ: Li navçeya Riha Serêkaniyê, jendermeyan avêtin ser malan û 7 wezîfedarên HDP'ê yên li ser sindoqan ên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê kirin binçavan. Hat argihandin ku ji Taxa Xirbe Cehş Ferman Înanç, ji Taxa Lebbana Halîl Kahraman, ji taxa Xirbe Sûf Aydin Încî û Enver Emen, ji taxa Hûmera Jorîn Mahmût Dagtekîn û ji taxa Ayn Saraç jî Fesîh Say û Faysal Sarigul hatine binçavkirin. Binçavkirî birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê û fikar hene ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
AMED: Li navçeya Amed Sûrê, Ferhat Pilgis, Alî Yaşar Ak û Rûkiye Orûç ên hatin binçavkirin, duh bi şev derxistin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriyê her sê binçavkirî bi daxwaza girtinê radestî dadgeha nobedar kir, dadgehê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew girtin. Hat ragihandin ku Alî Yaşar Ak û Ferhat Pilgis şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, Rûkiye Orûç jî şandine Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
ENQERE: Li Enqereyê, esnafên li kolana Konûr ên komkujiya Enqreyê şermezar kirin, pankarta bi nivîsa "Kujer Erdogan" qîriyan. Polîsan êrîşî esnafan kirin û 6 kes kirin binçavan. Navê kesên bi lêdanê hatine binçavkirin bi vî rengî ye: Erdal Sarikaş, Tayfûn Yildirim, Çagri Kor, Okan Okay, Mesût Denîz û Yasîn Ozturk."
Li Îdirê 3 hevşaredar hatin girtin
Li Îdirê di nava wan de hevşaredarên Îdir, Tozan, bajaorak Xoşxeberê jî di nav de 6 siyasetmedar bi hinceta alîkarî dane çalakiya mertalên zindî ji hêla dadgehê ve hatin girtin.
Li Îdirê roja 9'ê cotmehê bi hinceta alîkarî dane çalakiya mertalên zindî Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekîn, Hevşaredarê bajokara Xoşxebar Alî Çam, Hevserokê Meclîsa Giştî ya Bajar A. Kadîr Uzsular, Hevseroka DBP'a Îdîrê ya berê Zubeyde Kaynar, endamên meclîsa şaredariyê Temur Kavli û Saniye Çark, endamê meclîsa giştî M. Siddik Kirang û rêveberê DBP'ê yê Tozanê Huseyîn Yîgît hatin binçavkirin. Siyasetmedarên 3 rojan di bin çavan de hatin girtin duh derxistin edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê M. Siddik Kirang, Huseyîn Yîgît, Îbrahîm Sinay û Temur Kavrî serbest hatin berdan. 6 siyasetmedarên din bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Piştî îfadeya li dadgehê Hevşaredara Îdirê Onder, Hevşaredarê Tozanê Gultekîn, Hevşaredarê bajokara Xoşxebar Çam, Hevserokê Meclîsa Giştî ya Bajar A. Kadîr Uzsular, Hevseroka DBP'a Îdîrê ya berê Kaynar, endama meclîsa şaredariyê Çark bi îdiaya "Alîkarî dane rêxistinê û vehewandine" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Îdirê.
'Îktîdarê daraz xistiye bin destê xwe'
Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê M. Emîn Adiyaman diyar kir ku îktîdarê daraza Tirkeyeyê rehîn girtiye û wiha axivî: "Di aliyê me de em li benda girtina hevalên xwe bûn. Ji ber ku ziyniyet û dîktatoriya faşîst a AKP'ê ji 7'ê hezîranê vir ve li hemberî gelê me yê sivîl komkujiya fîzîkî û qirkirina siyasî pêk tîne. Îro ev yek li Îdirê bi awayekî vekirî hat dîtin. Heke darazê hevalên me girti be jî li gorî me daraz di bin destê îktîdarê de ye. îkdarê daraza Tirkiyeyê ji serî heta binî rehîn girtiye. Ev biryara ku hatiye dayîn jî siyasî ye."
Adiyaman anî ziman ku 6 siyasetmedar ji bo bedenên ciwanan nayên binaxkirin destek dan çalakiya mertalên zindî û wiha pê de çû: "Wijdanê darazê çawa dibe bila bibe ew di wijdanê gelê me de bêsûc in û beraet kirine. Tenê sûcê hevalên me ew e ku naxwazin zarokên vî gelî bimirin. Ev girtin darbeya li hemberî aştiyê ye."
Di nav 2 mehan de 20 şaredarên Kurd hatin girtin
Beş/Mijar:
Nûçe
0 şîrove:
Post a Comment