"Kompleyeke kûr li ser gelê Kurd heye" ~ HAWARNET Webtv

10/14/15



Di Başûrê Kurdistanê de gel ji bo mafê xwe rabûne ser lingan. Tevlîheviya ku di Başûrê Kurdistanê heye bi awayekî dijwar bandora xwe li ser civakê û jiyanê jî dike. Karmend û mamosteyên ku ev çend meh in mûçeyên xwe negirtine li hember vê di nava raperînê de ne. Welatiyên navçeya Daqoqê ya girêdayî bajarê Kerkûkê piştgirî didin xwepêşanên tê kirin

'EV XWEPÊŞANDAN JI BO GELÊ BAŞÛR GELEKÎ BAŞ E'

Sêwan Kakaî ji bo xwepêşandanên heye hêviyên xwe dan diyar kirin. Sêwan Kakaî got, "Hêviyên min ew e ku ev xwepêşandanên li hember bê neheqtiyê tên kirin bigihije serketinê. Ev xwepêşandan ne li hember mêtingertiya ku di Başûrê Kurdistanê de heye pêşketiye. Em hêvîdikin ku ev çalakî bi awayekî demokrasî çareser bibe û çalakvan jî dawî li çalakiyên xwe neynîn." Kakaî bal kişand li ser plangeriya ku li ser her çar parçeyê Kurdistanê heye. Ji bo vê Sêwan Kakî got; "Ez hêvî dikim ku bi destê Kurdan xwîna hev neyê rişandin, daxwaza me ew e ku ev xwepêşandan bibe wesîleya pêşketininên nû di Başûrê Kurdistanê de." Kakaî di dawiya gotinên xwe de li ser xala yekitiya di nava Kurda de were avakirin sekinî û got; "Em dizanin ku di Rojhilata Navîn de plangeriyên gelek kûr hene, bi taybetî jî li ser gelê Kurd. Ev plangerî di her parçeyekî de cûrek cuda dimeşe."

'DIXWAZIN ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DERXÎNIN'

Welatiyê bi navê Abullah jî nêzîkatiyê ku hikûmet li hember xwepêşandanan nîşan dide bi tundî şermezar kir. Abdulah got; "Xwepêşandan li hember desthilatdariyê tên kirin. Ev jî mafekî gelek xwezayî ye. Di van xwepêşandanan de gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Ev têşe tu ferqa xwe ji perçeyên din tê kirin nîne. Heman rêbaz tê meşandin." Abdulah ji bo desthilatdariya ku li ser tevahî Kudan tê meşandin wiha dibêje; "Ev desthilatdarî li her derê Kurdan bi şêwazên cuda dikuje. Pêwîste haya gelê Kurd ji vê hebe. Destdirêjî li her tiştê me tê kirin." Abdulah di dawiyê de got; "Li Başûrê Kurdistanê gelek teşkîlat û îstîxbaratên dewletên ecnebî hene. Bêguman destê wan jî di nava gelek tiştan de heye. Kîjan hizb dibe bila bibe pêwîste em destûr nedin di nava me de şerekî navxweyî derxînin."

"Kompleyeke kûr li ser gelê Kurd heye"

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

     

     

     

     

    Copyright © HAWARNET Webtv | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org