Hêza nû ya Pêşmerge bo çûyîna Kobanê bi rê ket ~ HAWARNET Webtv

1/15/15



Hêzeke din a Pêşmergeyên Kurdistanê ber bi bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ket, ji bo girtina şûna wê hêza Pêşmerge ya ku ev yek mehe li wî bajêrî ye.

Çavkaniyekê ji Hêzên Piştgirî (Yek) ji BasNewsê re ragihand ku “Îro, 15ê Çile, bêhtir ji 150 Pêşmerge ji Hêza Piştgirî ya Yek û Du, li Wezareta Pêşemrge amade dibin, ji wêde jî piştî tomarkirina navan û wergirtina pêwîstiyam, wek hêzên din, wê biçine Kobanê.”

Ev hêza Pêşmerge jî dê çekên xwe bi xwe re bibe, derbarê corê wan çekan jî çavkaniyê diyar kir ku “Em dê çekên giran û navend û sivik ligel xwe bibin, piştî gehiştina me bo Kobanê, ew hêza din wê vegere û emê cihê wan bigrin.”

Li gor rêkeftina Herêma Kurdistan, Tirkiye û Amerîka, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêzaeke Pêşmerge berê xwe da Kobanê ji bo piştgiriya şervanên Kurd di şerê li dijî çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li wî bajêrî.

Hêza nû ya Pêşmerge bo çûyîna Kobanê bi rê ket

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar: ,
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

     

     

     

     

    Copyright © HAWARNET Webtv | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org