KCD: Rewşa heyî gihiştiye asta ku pêvajoyê bi dawî bike
Hevserokên KCD’ê Dîcle û Irmak, li hemberî terora dewleta ya li Cizîrê didome nerazîbûneke tund nîşan dan û gotin, "Rewşa heyî gihiştiye asta ku pêvajoya aştiyê ya bi sebreke mezin tê meşandin bi dawî bibe.”
Hevserokên KCD’ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, der barê terora dewletê ya li Cizîrê rû dide daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
'TEVGERA AZADIYÊ YA KURD WEZÎFEYA XWE ANÎ CIH'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêvajoya aştî û çareseriyê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiye û ji bo şer û mirin rawestin derfetên mezin afirandine û wiha hat gotin, "Ji ber vê ye ku destekeke mezin a gelên Tirkiye girtiye û ji bo aştiyeke mayînde hêvî afirandine. Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji aliyê dewletê ve ku giran tê destgirtin û tevî bi gavên şênber nayê meşandin jî bi îradeyeke mezin tê berdewamkirin û ev ji aliyê civakê ve jî tê zanîn."
Hevserokên KCD’ê wiha dewam kirin, "Di serî de li Cizîrê li hin navçeyên ser sînor bûyerên di demên dawî de bal dikişînin. Li Cizîrê bi awayekî ku salên 90’an bibîr bixin wesayîtên zirxî bê plaka digerin, ji van wesayîtan bi awayekî ku gel û ciwanan tehrîk bikin bi dengekî bilind merşên mehterê lê didin, xwepêşandanên herî demokratîk jî bi gaza polîsan tên belavkirin û qetilkirina zarokan ku bûye daîmî gihiştiye asta tehemûl neyê kirin û pêvajoyê tehdît dike.
Herî dawî roja ku ji bo em peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihînin gelê Botanê çûn Cizîrê, heman rojê tevî tiştek jî nebû, Nîhat Kazanhan ê 12 salî bi guleyên polîsan hat qetilkirin, yek ji van nîşaneyan e ku hikûmeta AKP’ê çiqasî bêbepirsyar nêzî pêvajoya çareseriyê dibe.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Cizîrê ji 27’ê Kanûnê ve yek jê ciwan 6 zarok hatine qetilkirin û failê yekî jî ku nehatiye dîtin, daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên polîsan temîz derdixin hatiye merheleya ku sebra gelê Kurd bi dawî bike."
Hevserokên KCD’ê herî dawî wiha gotin, " Rewşa heyî gihiştiye asta ku pêvajoya aştiyê ya bi sebreke mezin tê meşandin bi dawî bibe. Wek Kongreya Civaka Demokratîk em di mijara tehlûkeyên pêre rû bi rû ne, hişyarkirina gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, tevayî pêkhateyên alîgirên pêvajoya çareseriyê û saziyên civaka sivîl wek wezîfeyekê dibînin. Ji ber vê sedemê em bang li tevayî hêzên demokrasiyê dikin ku xwedî li pêvajoya aştî û çareseriyê derkevin, bi armanca rewşa li Cizîrê rû dide li cihê wê tespît bikin, heyetan ava bikin û bi gelê me yê bi biryar xwedî li pêvajoya çareseriyê derdikeve bikevin nav piştevaniyê û helwestên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”
Nîhat Kazanhan hate definkirin
Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz di merasîma cenazeya zarokê 12 salî Nihat Kazanhan ku li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat qetikirin axivî û got: “Hiqûq û exlaqekî dijminahiyê û şer heye. Lê dewlet û hêzên dagirker ên hikûmetê bi qetilkirina zarokekî 12 salî, mînaka herî dij exlaq û bê hiqûq nîşan didin.”
Cenzeyê Nîhat Kazanhan ê 12 salî piştî otopsiya li Amedê hat kirin bi gelek wesayîtan bi konvoyekê birin Cizîrê. Nêzî 10 hezar kesî li Cadeya Arîn Mîrxan (Hezex) bi dirûşm pêşwazî kirin. Alên PKK, KCK û HPG’ê hatin vekirin. Gel cenaze li vir pêşwazî kir û ji bo definkirina cenazeyê birin Goristana Asrî ya Cizîrê.
CIWAN TEVLI MEŞÊ BÛN
Li navçeyê esnafan dikan venekirin û zarokan dibistan boykot kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevşaredarên herêmê, rêveberên HDP, DBP’ê tevlî bûn.
Piştî meşê cenaze bi dirûşman hat definkirin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û her wiha sirûda ‘Ey Raqîp’ hat xwendin.
Hevserokê Şaxa Meya-Der a Cizîrê Mele Kasim Yîgît axivî û diyar kir ku kesên berxwedana gelê Cizîrê hezm nekirine zarokekî din jî qetil kirine û got: “Guleya li serê Nîhat hatiye berdan li pêşeroja Tirkiyeyê û dilên dayikên Kurd hatiye xistin."
Parlamenter Faysal Saryildiz jî got: “Hêzên dagirker ên hikûmetê zarokekî me yê din jî hembêza me girtine. Tiştên tên jiyîn sînorên şer pir û pir derbas kiriye. Exlaq û hiqûqek şer heye. Lê hiqûqa vê tine. Ev bêexaqiyek mezin a hêzên dagirker e. Divê gelê Botanê bi vê ruhê serhildanê vê beralî bike.”
Sariyildiz peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Cizîrê ku Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle ji gelê Botan-Cizîrê re ragihand bibîr xist û got: “Serokatiyê di peyama xwe de got ku divê li hember her cure provokasyon û êrîşan hûn hişyar û bi rêxistin bin. Belê em jî dibêjin peyama Rêbertî ji bo me esas e. Em ê hişyar û bi rêxistin bin. Em ê hîleyan xera bikin. Dema em vê bikin jî em ê teslimiyetê qebûl nekin.”
Piştî axaftinan girse çû taxa Yafes ku Kazanhan lê hat qetilkirin.
Bi sedan xwendekarên çûn Cadeya Orhan Dogan li ber Qeymeqamtiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakî nîv saetê berdewam kir.
'Di şexsê Cizîrê de dixwazin ciwanên Kurdistanê teslîm bigirin'
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Huseyîn Firat da xuyakirin ku Cizîr ji serhildanan û ciwanan re pêşengiyê dike, lewma ji aliyê dewletê ve bi taybetî hedef tê girtin û got, "Divê ciwanên Kurdistanê bi teqezî parastina xwe ya cewherî bikin." Firat hişyarî da û diyar kir ku ew ê çavên xwe li zîndanîkirina ciwanan negirin.
'CIZÎR BI TAYBETI HAT HILBIJARTIN'
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Huseyîn Firat diyar kir ku dewlet li hemberî Cizîrê polîtîkayeke taybet dimeşîne. Firat da zanîn ku çavkaniya vê polîtîkayê serhildanên gel ên di sala 1988'an de destpê kiriye û got, "Bi bilindbûna berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd re, Cizîr bû bajarê destpêkê yê rabû serhildanê. Ji sala 1988'an û vir ve, bê navber ji serhildanan re pêşengiyê dike. Cizîr ji bo serhildanan semboleke û vî bajarî serhildan bê navber mezin kiriye. Li gel vê yekê, ciwanên Cizîrê, ji dema bilindbûna têkoşîna gerîla û vir ve, her tim ji ciwanên Botanê re pêşengî kiriye, di rêxistinbûyîna ciwanên Botanê, di tevlîbûna li nava refên gerîla de, di berxwedanê de her tim pêşengî kiriye. Lewma êrîşî Cizîrê dikin. Cihekî bi taybetî hatiye hilbijartin e."
'DI ŞEXSÊ CIZÎRÊ DE HEWL TÊ DAYÎN CIWANÊN KURDISTANÊ TESLÎM BÊN GIRTIN'
Firat ragihand ku di kesayetiya Cizîrê de tê xwestin hem serhildanên gel hem jî têkoşîna ciwanan bê şikandin û got, "Dixwazin di şexsê Cizîrê de ciwanên Kurdistanê bên şikandin, teslîm bên girtin." Firat ragihand ku beriya niha bi demekê hewl hatiye dayîn ev plan li Geverê bicih were anîn, lê nekarîne bi cih bînin û got, "Plana ku di demekê de nekarîbûn li Geverê bicih bînin, niha li Cizîrê plan dikin. Hewl didin Cizîrê bişkînin. Êrîşa esasî ji vir ve tê kirin. Di vê demê de timî çalakiyên ciwanên Cizîrê hebû. Dema li dijî Rojava û Şengalê êrîşên çeteyan rû dan, Cizîrê helwesta xwe ya li hemberî van êrîşan bi awayê herî radîkal nîşan dabû. Dema em vê yekê li gorî rewşa rojane binirxînin, tê dîtin ku ji bo pêşî li vê were girtin êrîş tên kirin. Êrîşên dewletê di vê çarçoveyê de ne."
'NE PEVÇÛNA NAVBERA HUDA-PAR Û YDG-H DE YE'
Firat da zanîn ku ne raste bûyerên li Cizîrê weke pevçûnek di navbera Huda-Par û YDG-H de bê nîşandan û got, "Weke Komalên Ciwan me bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê kirin. Weke parçeyek ji ciwanên Kurdistanê me bang li YDG-H jî kir. Li gorî agahiyên gihaştin ber destê me, rêxistinên ciwanan ên li herêmê di vê mijarê de bi hestiyarî tevgeriyan. Xendek hatin girtin, di çalakiyan de pêçandina rûyan nehat kirin û hin çalakiyên tund hatin sekinandin. Li gorî hesasiyeta pêvajoyê YDG-H bi berpirsyarî tevgeriya. Li gorî pêwîstî û rêveçûna pêvajoyê bi hestyarî tevgeriya. Lê em dibînin ku di nava Hîzbûlalnê de di nava Hîzbûl-Kontra de rêxistinbûyîneke kontra heye."
Firat ragihand ku ew dixwazin bawer bikin ku Huda-Parî di nava nêzîkatiyeke hestiyar de bin û got, "Em wan hedef nagirin. Di vî warî de me gelek caran bang li wan jî kirin. Em nizanin ku van bangan çiqasî li ber çavan digirin. Lê belê ev pevçûn pevçûneke YDG-H yan jî Hîzbûllahê nîne. Ev yek bi hewldanên hêzeke tarî ya di nava dewletê de, ku em dikarin bêjin hêzeke sêyemîn, bi hedef girtina ciwanan rû dide. Di vir de hewl tê dayîn weke pevçûna YDG-H û Huda-Parê weke ya du hêzên cuda bê nîşandan. Lê di vê mijarê de ciwanên Kurdistanê bi ti awayî aliyekî vî nîne. Ciwanên Kurdistanê li derveyî vê ne. Di vir de bingeheke provokasyonê heye, êrîşeke berfireh heye. Yekser gule li ciwanan tê reşandin. Li hemberî navendên berxwedanê yên ciwanan, li hemberî qadên jiyana azad a li dijî dagirkeriyê, êrîşên kontra hene."
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
Firat nerazîbûn nîşanî hewldanên medya Tirk da ku bi weşanên xwe re hewl didin ciwanan weke dijberê gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêza pêvajoya çareseriyê têk dibe nîşan bide û got, "Ji berê ve çapemeniya şerê taybet û hêzên şerê taybet hewl da Rêbertiyê û partiyê, car carna jî me bîne hemberî hev. Hewl da Rêber Apo cuda, PKK'ê cuda nîşan bide. Her kes dizane ku bi vî rengî siyasetek hat meşandin. Demekê nivîsandin ku gerîla Rêber Apo vala derdixîne. di vê mijarê de bangên Rêber Apo bi awayekî cuda nîşan dan. Bi vî rengî hewl dan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de nakokiyekê derxîne holê. Ev polîtîkayeke şerê taybet e. Em vê fêm dikin. Ew dikarin vê polîtîkayê ji xwe re bimînin!"
'TEVGERA AZADIYÊ YA KURD YEKGIRTÎ YE'
Firat da xuyakirin ku ciwanên Kurdistanê ji destpêkê ve hêza fedaî ya Ocalan e û ti carî li dijî çarçoveya Ocalan diyar kiriye, li dijî nirxandin û perspektîfên wî tevnegeriyaye, tevnagere û got, "Ciwanên Kurdistanê ji îro û pê ve jî, wê hêza pêşeng û rêxistinkar a bicihanîna felsefe, perspektîf û fermanên Rêber Apo be. Ji xwe Rêber Apo jî bi vî rengî nirxand. Hem ciwan hem jî jin weke hêza avakirina civaka demokratîk nirxand." Firat diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya KUrd yekpare ye û got, "Bi hemû rêxistinbûyînên xwe re yekgirtî ye. Bi perspektîfa KCK'ê di nava sîstema KCK'ê de birêxistin bûye."
'EM Ê ZÎNDANÎKIRINA CIWANAN ASTENG BIKIN'
Firat ragihand ku ji bo pêşî li polîtîkayên konsepta şerê taybet bigirin ew hewl didin tedbîrên pêwîst werbigirin û ev hişyarî da dewletê: "Ciwanên Kurdistanê digirin û diavêjin zîndanê. Em di vê mijarê de dewleta Tirk hişyar dikin. Eger dewleta Tirk di vê siyasetê de israr bike, em ê jî tedbîrên cuda bigirin. Em ê ti carî çavên xwe li zîndanîkirina ciwanên Kurd negirin. Em ê nebin temaşevanên vê, ji bo pêşî vê bigirin em ê her tiştî bikin. Heta roja îro ji bo pêvajoya muzakereyê xera nebe, pêvajoya çareseriyê xera nebe û ji bo pêvajo bi pêş bikeve, weke ciwan em bi berpirsyarî tevgeriyan. Di rewşeke berevajî de ciwanên Kurdistanê ji gelek çalakiyên zêde re amade ne. Ev mesaj in."
'DIVÊ CIWAN PARASTINA XWE YA CEWHERÎ BIKIN'
Firat got, "Di rewşeke ku ciwanên Kurd yek bi yek tên qetilkirin de em nikarin van ciwanan bêparastin bihêlin" û got, "Ji bo pêvajoya çareseriyê sabote bibe û bi taybetî jî di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de tevgera siyasî û demokratîk a Kurd û tevgera demokratîk a Tirkiyeyê were qelskirin, em dibînin ku konseptek li Kurdistanê tê meşandin. Li hemberî vê yekê em bi berpirsyarî tevdigerin. Lê belê me ciwanên Kurdistanê li hemberî van êrîşan bêparastin nehiştin. Em her tim vê bangê li ciwanên Kurdistanê dubare dikin; Parastina xwe ya cewherî bi teqezî pêk bînin. Ciwanên Kurdistanê wê parastina xwe ya cewherî pêk bînin. Dema êrîş rû da wê heta dawiyê parastina xwe ya cewherî bicih bîne. Wê ti carî nebe aliyekî êrîşkar. Daxwazên xwe yên demokratîk, siyasî û rewa wê li kolanan, dibistanan, zanîngehan û li her devera lê ye li ser bingeheke rewa nîşan bide."
0 şîrove:
Post a Comment