Gelê Nisêbînê: Dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê anî Nisêbînê (BI DÎMEN) ~ HAWARNET Webtv

10/6/15



Gelê Nisêbînê peyama, “Dewlet ji bo komkujiyek mezin hate vir. Her cure çekên giran û rêbazên hov bi kar anî, lê ti encam jê negirtin; em ê heta dawiyê xwerêveberiyên xwe biparêzin.” da.

Bi biryara Walîtiya Mêrdînê qedexekirina kolanan û piştre jî êrîşên xistin meriyetê li navçeya Nisêbînê 5 rojan berdewam kir. Qedexeya kolanan 1’ê Cotmehê xistibûn meriyetê, vê sibê bi dawî bû.

Piştî qedexe rabû em ketin taxên Nisêbînê yên ku êrîş li ser dijwar bibûn. Nisêbînî 5 rojan bi berxwedana xweparastinê ve li hember êrîşan sekinîn, bi moral û bi biryar in. Li taxan yek xendek tenê jî nehatiye girtin, dewleta êrîş û operasyonên xwe bi tank-top û bi her cure çekên giran ve li hember taxan pêş xist, negihişt encama ku dixwest. Di êrîşan de bi dehan sivîl birîndar bûn, du sivîl jî hatin qetilkirin.

'KOMKUJIYA MEZIN BERXWEDANA GEL ASTENG KIR'

Gûrbet Ûgûrlû: “Ez di serî de Rêber Apo slav dikim. Ez ciwan û gelê Nisêbînê ji ber berxwedana wan pîroz dikim. Em di van 5 rojan de neketin! Me biryarbûna xwe winda nekir… Ger hêza dewletê têrê bikira wê me hemû qetil bikira. Ji bo komkujiyeke mezin hatibûn. Elektrîk, ava me qut kiribûn, lê me serî netewand, me li ber xwe da. Pirsgirika xwarinê jî çêbû, lê ev ji me re ne girîng e. Me xwerêveberiya xwe îlan kir û em ê vê heta dawiyê jî biparêzin.”

'DEWLETÊ SIVÎL KIRIN HEDEF'

Kîbare Sonmez: “Dema ez bi zarokên xwe li malê radizam, tîmên taybet mala me girtin bin guleyan. Hûn jî dibînin, bi dehan guleyan mala min, zarokên min gulebaran kirin, me xwe da odeya pişt. Dewlet di vê operasyonê tenê sivîl û malên wan kir hedef, jê pêv tiştekî din nekir. Saetek û nîvê mala me gulebaran kirin, herî dawî li ser odeya me xwe tê de veşartibû jî gulebaran kirin.”

'EM JI BÎR NAKIN, BILA TI KESÊN DIN JÎ JI BÎR NEKIN!'

Abdûrrahman Sonmez: “Divê em vê bi zelalî bibêjin; dewlet li vir êrîşî sivîlan kir, li hember wê ti hêzên leşkerî tinebû. Li vir li hember gelê Nisêbînê êrîş û komkujî pêk hat. Ciwanan li vir gel parast, ger dema êrîşî malên me kirin ciwanan bi xweparastinê bersiv nedabûnê, wê demê wê gelek kes bihatana qetilkirin. Em vê ji bîr nakin, bila ti kesên din jî ji bîr nekin!”

‘ME TI CARÎ SERÎ NETEWAND’

Hazal Akçîn: “Dewlet bi her cure çekan ve êrîşî me kir, em heft malbat ketin jêrzemînekî. Bombe avêtin, roket avêtin, her cure hovîtî bikar anîn. Hevserê min birîndar bû. Me ber xwe da, me ti carî serî netewand, me ji ti kesî re banga ‘me rizgar bikin’ nekir. Wê gelê Nisêbînê li ber xwe bide, ger ev dorpêç sê mehan jî bajota, me yê dîsa li ber xwe bida. Her tiştên me heye, ti kêmasiyên me tineye. Tayyîp Erdogan êrîş dike, bila êrîş bike. Dema wî êrîş kir, em ê li ber xwe bidin, heta dilopa xwîna me ya dawî, em ê li pişt ciwanên xwe yên berxwedêr bin. Nisêbînê ya me ye!”

'EM ÊDÎ LI QEDEXEYÊN KOLANAN GUHDAR NAKIN!'

Fehîme Alçî: “Em li ser piyan e. Hûn jî dibînin, dewlet nekarî bikeve taxên me û nikarê jî. Ev gel dewletê naxwaze, bila êdî dewlet jî vê fêm bike. Bi her cure çekên giran ve êrîş dike, bi zorê dixwaze serî li me bitewîne. Em serî natewînin!”

'EM Ê LI MALÊN XWE LI SER AXA XWE BIMIRIN!'

Şerîfe Orûç: “Xwedê bela xwe bide Erdogan, Davûtoglû. Em wan efû nakin, axaftina min ji wan re ev e; hûn çi dikin bikin, ev gel nema we nas dike. Em ê li malên xwe li ser axa xwe bi rûmeta xwe bimirin, lê em dîsa jî van derana naterkînin. Me bi ciwanên xwe re li ber xwe de, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em bi moral in, bi coş in. Bila kes dest ji berxwedanê bernede, heta dawiyê li ber xwe bide.”

'EM SOZÊ DIDIN RÊBER APO Û GERÎLA: EM Ê LI BER XWE BIDIN!'

Ekrem Sonmez: “Em çend salî bin jî wê vê dewleta me bikuje, qetil bike. Wê pitikên me jî, pîrên me jî qetil bike. Em êdî tiştekî ji dewletê hêvî nakin, em nabêjin ‘me nekuje’, em ê xwe biparêzin. Di vê dorpêçê de dewletê birayê min qetil kir, ez xemgîn nabim! Em ê li hember zilma dewletê li ber xwe bidin. Dewlet ev bi salan e Kurdan qetil dike, wezîfeya me ye berxwedan, em ê li ber xwe bidin. Ti kes ji Rêber Apo, ji gerîla ne qiymettir e. Em sozê didin Rêber Apo û gerîla, em ê li ber xwe bidin, ber xwe bidin, ber xwe bidin!”

'DEWLETÊ ÇETEYÊN DAIŞ ANÎYE'

Abdûrrahman Erdogmuş: “Dewleteke hov heye li dijî me. Wek DAIŞ êrîş dike, em difikirin ku gelemperiya polîsan ji DAIŞ’ê ne. Pêkanînên wan, riha wan, porên wan, cilên wan wek ê DAIŞ’ê ne. Em dixwazin ev bê lêkolînkirin, dewletê di vê pêvajoyê çeteyên DAIŞ’ê anî Nisêbînê û herêmên me yên din? Ev bila bên lêkolînkirin.”

‘ÊRÎŞÎ MIZGEFTAN KIRIN!'

Bîlal Şahîn: “Hêzên dewletê mizgeftên li Kolana Şîrîn kir hedef. Êrîşa wan a yekem li ser mînareyên mizgeftan bû. AKP a bi propagandaya Misilmantiyê deng dizîn wê çawa vê îzah bike? Mizgeft kunkunî bûne. Em wek ciwan nema êdî vê qebûl dikin, dewlet êrîşên xwe bidomîne, em ê jî berxwedanên xwe mezintir bikin.”

Asîme Çelîk: “Bila her kes vê zanibe, ti kes serî li hember dewletê natewîne. Ev zilim nayê jibîrkirin! Pênc rojan me di malên me de xistin girtîgehê, ev jî têra wan nekir, gule li ser malên me reşandin. Em wek malbat li jêrzemînê man. Ti kes, ti Nisêbînî vê zilmê ji bîr nake, em ê li hember vê zilmê rabin ser piyan, hêrsa me mezin e, em pêkanînên dewletê efû nakin!”

Gelê Nisêbînê: Dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê anî Nisêbînê (BI DÎMEN)

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

     

     

     

     

    Copyright © HAWARNET Webtv | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org