Dîmenên nû yên Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê bi birîndarî ji aliyê tîmên taybet ve hate înfazkirin û piştre jî li wesayîta zirxî hate girêdan û li erdê kaş kirin dîmenên nû derketin holê. Di dîmenan de tîmên taybet li dora cenazeyê Bîrlîk kom dibin û poz dîdin.
îmenên nû yên Haci Lokman Bîrlîk ê li taxa Dîcle ya Şirnexê bi birîndarî ji aliyê tîmên taybet ve hate înfazkirin û piştre jî li wesayîta zirxî hate girêdan û li erdê kaş kirin dîmenên nû gihîştin destên DÎHA'yê. Dîmen aydî kargehekî ku nêzî Qereqola Polîsan a Şehît Mehmet Îşler e. Di dîmenan de li cadeya Ozel a li taxa Dîcleyê Bîrlîk li pey wesayîtê tê girêdan û bedana wî heta cadeya Orman a ku qereqol lê ye tê kaşkirin. Wesayîta zirxî ya bedena Bîrlîk pey hatiye girêdan dikeve cadeya Ormanê û piştre jî weyatîketê Ranger û nêzî 10 wesayîtên din ên zirxî tên dîtin.
Dema ku cenazeyê Bîrlîk tînin ber qereqolê polîsên ku li ber derî ne û yên li hundirê wesayîtê daneketine wêneyê Bîrlîk ê girêdayî wesayît e dikişînin. Tê fêm kirin ku wêneyê hatiye kişandin yê li ser medyaya civakî ye. Di dîmenan de polîsên ku ji wesayîtên zirxî peya dibin li dora cenazeyê Bîrlîkê bi wesayîtê ve girêdayî ye kom dibin. Tê dîtin ku hin polîs bi rûpoş in hin ji wan jî rûyên wan vekirîne.
Li dora cenaze bi komî poz didin
Di dîmenan de tê dîtin ku nêzî 30 polîsan hene û piraniya wan jî wêneyê Bîrlîk ê girêdayî wesayîtê dikişînin. Hin polîs jî li dora cenaze bi awayeke komî pok didin û wêne dikişînin, ev yek bi awayeke zelal tê dîtin. Polîs piştî ku qasî 5 deqîqe li dora cenazeyê BÎrlîk disekinin piştre benê ku cenaze bi wesayîtê girêdayiye vedikin. Polîs piştî ku cenaze ji wesayîtê vedikin, cenaze bi wesayîteke zirxî dikin û dikevin riya nexweşxaneyê û bi wesayîta ku hatine vedigerin û balkêş e ku cenazeyê Bîrlîk dixin wesayîta ku ew li erdê kaş kirin.
Çeteyên har ên Tirk li dora cenazeyê şehîd Hacî Bîrlîkê wiha kom bûne û wêneyê kişandine (VÎDEO)
Beş/Mijar:
Nûçe
0 şîrove:
Post a Comment