Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir, ku xwerêveberî bersivek li hemberî şerê topyekûn ê Erdogan li dijî gelê Kurd daye îlankirin e.
Kartal xwerêveberî, şerê Erdogan û AKP'ê li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dane destpêkirin û berxwedana tê nîşandan ji ANF'ê re nirxand.
'BI XWERÊVEBERIYAN RE PÊVAJOYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK TÊ MEŞANDIN'
Kartal got, "Xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin, bersiva li şerê Serokkomar Erdogan li hemberî gelê Kurd daye destpêkirin e" û ev xal destnîşan kir: "Gelê Kurd îlana xwerêveberiyan rêveberiya xweser ji tevahiya cîhanê re deklare dike. Îlana xwerêveberiyan li dijî şerê ji aliyê Erdogan ve hatiye destpêkirin, çareseriyeke siyasî diafirîne. Rewşa diqewime gelekî watedar e. Tevî dewleteke ku di şer de israr dike, gelê Kurd hem ji bo xwe hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê çareseriyeke demokratîk pêşkêş dike."
'ÎLANA XWERÊVEBERIYÊ TÊ WATEYA SEKINANDINA ŞERÊ TOPYEKÛN'
Kartal da zanîn ku xwerêveberî bi tenê ji xweparastinê pêk nayê û got, "Xweparastina îro tê kirin, li hemberî rûyê qetlîamker ê dewletê yê li Kurdistanê, bersiveke. Xweparastin parçeyek ji xwerêveberiyê ye. Eger gelek ji her alî ve bi tinebûnê re rû bi rû bê hiştin, hingî wê xwe biparêze. Bi îlana xwerêveberiyên li Kurdistanê re gel dixwaze li dijî şerê topyekûn derkeve."
'VEGERA JI XWERÊVEBERIYÊ TI CARÎ NABE'
Kartal da xuyakirin ku vegera ji îlana xwerêveberiyan wê ti carî nebe û anî ziman ku wan dest bi pêvajoyeke ku maseya aştiyê ya Erdogan û AKP'ê qelibandiye bi vî rengî ji nû ve bidomîne, kirine. Kartal got, "Vegera ji xwerêveberiyê nabe. Ji ber ku dewleta Tirk ji çareseriyê reviya, ji ber ku maseya aştiyê bi awayekî yekalî qeliband, gelê Kurd vîna xwe ya çareseriyê û daxwazên xwe bi xwerêveberiyê îlan kiriye. Gelê Kurd ji raya giştî re gotiye; eger pirsgirêka Kurd wê çareser bibe, divê daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd bê dîtin. Em bikarin bêjim ku gelê Kurd bi îlana xwerêveberiyê re çareseriyê ferz dike û dixe rojevê."
Kartal di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê û da zanîn ku Erdogan ê di 7'ê Hezîranê de winda kir, dixwaze hêza xwe di 1'ê Mijdarê de ji nû ve qezenç bike. Kartal got, "Divê her kes, mîna kuw ê sibe hlibijartin pêk were bi ruhê seferberiyê bixebite."
'AGIRBESTEKE YEKALÎ WÊ ERDOGAN XURT BIKE'
Li ser bangên agirbesta yekalî yên li KCK'ê tên kirin Kartal got, "Tevî ku yê şer daye destpêkirin Erdogan e jî, gelê me, raya giştî yan jî hin derdorên alîgirê aştiyê banga agirbestê li me dikin. Em bi rastî jî vê bangê watedar dibînin. Baş e, daxwaza aştiyê watedar e, lê di asta heyî de eger aliyê Kurd bi awayekî yekalî agirbestê îlan bike, ev yek wê ji bo Erdogan firsendeke mezin biafirîne. Raya giştî wê bêje ku bi polîtîkayên ewlekariyê yên Erdogan re îstiqrar hatiye û ev ê bi kêrî Erdogan were. Di rewşeke ku li hemberî gelê me û tevgera me ya azadiyê de êrîşên ewçend giran tên kirin de, ketina nava rewşeke bi vî rengî hem ji bo gelê me, ehm ji bo siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê hem jî ji bo tevgera me wê rê li ber xeteriyên mezin veke."
Kartal destnîşan kir ku divê hewldan were kirin, agirbesteke ne yekalî, ya dualî were ragihandin û di vî warî de zext li AKP û Erdogan were kirin.
Kartal bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku dewamkirina tecrîdê wê were wateya dewamkirina şer û got, "Ev yek dikare rê li ber windahiyên girantir veke. Ji bo sekinandina şer û pêkanîna aştiyê divê rola Rêber Apo were destnîşankirin."
'DIVÊ LI HER DEVERÊ BERXWEDAN BÊ XURTKIRIN'
Kartal li hemberî komkujiyên dewleta AKP û Erdogan li dijî gelê Kurd dike banga xurtkirina berxwedanê li her cihî kir û destnîşan kir ku divê ruhê berxwedanê yê îro li Cizîrê xwe nîşan dide, li her deverê bê belavkirin.
Kartal got, "Dem ew dem e ku em têkoşînê xurt bikin. Bi berxwedana li her cihî re divê em dewleta Tirk û hikûmeta wê li dora maseya pêvajoya çareseriyê bidin rûniştandin û pêvajoyê bi azadiyê tacîdar bikin. Hem ji bo xwedîderketina li vîna çareseriyê ya xwerêveberiyên gelê me, hem jî ji bo Kurdistanê ji Erdogan paqij bikin, divê em dakevin qadan. Girîng e gelê me rewşa awarte bibîne û li gorî vê yekê xwe birêxistin bike."
Kartal: Bi îlana xweseriyê Kurd çareseriyê ser dewleta Tirk ferz dikin
Beş/Mijar:
Nûçe
0 şîrove:
Post a Comment