Heyeta HDP’ê bi Sekreterê Giştî yê Komîsyona Ewrûpa re rûnişt ~ HAWARNET Webtv

9/29/15



HDP’yiyên di serokatiya Demîrtaş de bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE) Thorbjørn Jagland re bi qasî 40 deqe hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de Parlamenterê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, ji nûnerên HDP’ê yên Ewropayê Eyup Dorû û Faîk Yagiz jî amade bûn.

ŞER HAT ROJEVÊ, JI KE BERPIRSYARTÎ HAT XWESTIN

Di hevdîtinê de pêşveçûnên dawî yên li Tirkiye û Kurdistanê, polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin rojevê. Hat ragihandin ku heyeta HDP’ê di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya ku saziyên navneteweyî di lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsyartiyê hilgirin.

Demîrtaş ji bo aştiyeke mayînde û bidawîbûna pevçûnan diyar kir ku pêwîst e agirbesteke dualî bilez pêk were. Demîrtaş xwest KE di vê mijarê de ya pêwîst bike.

Di hevdîtinê de êrîşên ku HDP bi wan re rû bi rû tê, dek û dolabên AKP’ê yên ji bo HDP di bin benda ji sedî 10 de bimîne hat ziman.



Heyeta HDP’ê bi Sekreterê Giştî yê Komîsyona Ewrûpa re rûnişt

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar: ,
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

     

     

     

     

    Copyright © HAWARNET Webtv | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org