Fîlma derhenerê kurd Bulent Gunduz a bi navê “Kurdistan Kurdistan” li Amerîkayê 2 xelatên giring wergirt.
Belgefîlma Bulent Gunduz, Kurdistan Kurdistan di Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Los Angelesê de 2 xelat stand.
Fîlma ku dîmenên wê par li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê û New Yorkê hatîn kişandin di Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Los Angelesê de xelatê “Best Foreign Feature (Fîlma Dirêj a Biyanî ya Herî Baş)” û “Best Original Song (Strana Orjinal a Herî Baş)” bidest xist.
Belgefîlma Kurdistan Kurdistan behsa jiyana bilûrvan, fîqvan û zirnevanê bi nav û deng; awazdanêrê kurdê navdar Egîdê Cimo û dengbêj û awazdanêrê kurd Delîl Dîlanar dike.
“Ez xelatekê pêşkêşî Cemîle ya ku li Cizîrê li ber derê mala xwe hatî qetilkirin û tevahiya şehîdan dikim. Xelatê duyemîn jî pêşkêşî zarokên ji welatên xwe tên koçberkirin û di deryaya de diqeneqîn dikim.”
Bulent Gunduz diyar kir promiyera (nîşandana cara yekemîn) fîlmê di Festîvala Fîlmên Cihanî ya Montrealê ya îsal de pek hat.
0 şîrove:
Post a Comment