Hikûmeta AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên ku dan xuyakirin ku komkujiya li Cizîrê rewa ye, rastî nerazîbûna rûspiyên herêmê tên. Rûspiyan dan zanîn ku dewleta Tirk ev 90 sal in li Botanê serdest e, lê belê ew ê destûrê nedin ku Kurd ji vê xakê bên derxistin. Rûspiyan bang li raya giştî ya cîhanê jî kirin ku bêdeng nemînin. Serokeşîr û rûspiyên li Taxa Nûrê civiyan, der barê komkujiya li Cizîrê de ji ANF'ê re axivîn.
Rûspiyê Eşîra Kiça Ebûbekîr Yakarcik: Eger dewleta Tirk difikire bi qetilkirinê re wê gelê Kurd terbiye bike, hingî xwe dixapîne. Vîna me xurt e, ji ber ku ji bilî jiyana bi vîna xwe re ti şens li pêşiya me nîne. Eger ew sed kesan bikujin, wê hezar kes derkevin pêşiya wan. Yekane berpirsyarê komkujiya li vê derê, yekane berpirsyarê şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn Serokkomarê Tirk Erdogan e. Yê fitne xist navbera Îsraîl û Fîlîstînê Erdogan e. Eger li Sûriyeyê xwîn dirije, ev ji ber sorkirin û tevdana Erdogan e. Yê ku li Rojhilata Navîn DAIŞ mezin kir Erdogan e.
Rûspiyê Eşîra Hesina Abdûrrahman Dadak: Heman komkujiya li Cizîrê di sala 1992'an de jî bi serê me de hat. Lê kesî dît ku me serî tewand? Bila dewlet nefikire ku bi qetilkirina zarokên me re bikaribe me tine bike. Ev erdnîgariya em li ser dijîn, xaka Kurdan e. Tê zanîn ku bi hezaran salan e împaratorî û begên Kurdan li vê derê hene. Lewma em ê nehêlin ku werin xaka me dagir bikin û me ji vir derxînin. Niha, bê sedem rabûn bi hêza leşker û polîsan bi sedan ciwanên me girtin. Em êdî nema dikarin vê qebûl bikin. Ji vê derê em bang li welatên Ewropa û DYA dikin; Pêşî li rêveberên dewleta Tirk bigirin ku zilmê li Kurdan dikin. Her ku em dibêjin biratî, ew me qetil dikin. Ew 90 sal in li vê erdnîgariyê sedest in, lê Kurd ji roja serdestiya şaristaniyê û vir ve li vê xakê dijîn. Em ne ji devereke din hatine, ne jî koçî devereka din dikin. Ji bo dewleta Tirk helwesta me fêm bike careke din em dibêjin; Ev xak xaka ku pêşiyên me ji me re hiştine ye. Ji bo vê xakê em ê ti carî ji dayîna berdêlan xwe venegirin.
Eger me însanî kiribin û deriyê xwe li wan vekiribin, mafê wan nîne ku bi desthilatdariyê heqaretê li me bikin.
0 şîrove:
Post a Comment