Dewleta Fransa ji bo têkoşîna mêrxasîyê ya Peşmergeyên qehreman himberî têrorîst û gemarên DAIŞê, sipasî li Kurdistanê û Peşmergeyên qehreman kir û sembola Fransa Barûya Parîsê (Tour Eiffel) bi rengên ala Kurdistanê xemiland...!
Ev çalakî wek jêstekê sipasdarîyê ye di hêla dewleta Fransîyayê da ji bo serketinên Pêşmergeyan di şerê dijî DAIŞê da.
Di vîdyoyekê de ku li seranser dinyayê hatîye belavkirin, tê dîtin ku birca Êyfêlê, ya 300 metreyan bi rengên kesk, sor, zer û spî hatiye xemilandin.
Li dora bircê komek kes jî kom bûne ku di nav wan de kurd jî hene û dibêjin, ”ev Alaya hemû kurdan û hemû perçeyên Kurdistanê ye”.
Ala Kurdistanê li ser Eiffelê
Beş/Mijar:
Nûçe
0 şîrove:
Post a Comment