Nivîskarê Suryanî Hena Hena diyar kir ku Tirkiyeyê ji ber piştgirî û alîkariya “terorê” û parastina çeteyan ketiye çiravekê û ji bo ku xwe ji vê çiravê rizgar bike, êrîşî hêzên ku li hemberî çeteyan li ber xwe didin dike û got: “Êrîşên artêşa Tirk li dijî hêzên berxwedêr tenê ji bo parastina hebûna çeteyên DAIŞ’ê ye.”
Derbarê êrîşên dawî yên artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastina Medyayê û hewldanên wê ji bo destwerdana Sûriyeyê de, Cîgirê Seroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê nivîskarê Suryanî Hena Hena di hevpeyvînekê de pirsên ANHA’yê bersivandin.
* Armanca Tirkiyeyê ji destwerdana Sûriyeyê çi ye?
Her kes dizane, dewleta Tirkiyeyê ji bermahiyên Împratoriya Osmaniyan ne. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn hemû deverên ku Osmanî derbasî wê bûne, wêran û paşverûtî li pey xwe hiştine.
Ev siyaset ku dewleta Tirk dimeşîne, bû sedema kuştina hejmarekî mezin ji welatiyên resen ên herêmê û bi zora komkujiyên xwe li dijî welatiyên herêmê dagirkeriya xwe li ser herêmê ferz kir.
Niha jî hewldanên dewleta Tirkiyeyê ji bo destwerdana Sûriyeyê ne tiştekî nû ye. Wekî tê zanîn Herêma Îskenderon di dîrokê de û di aliyê erdingarî de girêdayî Sûriyeyê ye û di serdema dagirkeriya Fransayê de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Di wê demê de serjimareyek hate çêkirin û hejmara welatiyên Tirk têde tenê ji sedî 25 bûn.
Destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de hişt ku aloziya Sûriyeyê dijwartir bibe û çareserî dereng bimîne. Tirkiyeyê bi destwerdana xwe dixwaze pilanên xwe li herêmê bimeşîne û xwe wekî dewleteke bi bandor nîşan bide û bi çarenûsa welatiyên herêmê bilîze.
Hewldanên destwerdana Tirkiyeyê niha li herêmên bakurê Sûriyeyê, tenê ji ber ku hemû siyaset û nirxandinên wê derbarê şoreşa Sûriyeyê de vala derketin û ne li gorî dixwast pêk hat. Tirkiyeyê bi hêza ku xwe dispêre gel bawer ne dikir, ji ber vê yekê alîkariya çeteyên û komên terorîst kir û wan jî di bin navê ola Îslamê de kiryarên herî hov li dijî welatiyan pêk anîn.
* Dema ku çeteyên DAIŞ’ê li ser sînorê Tirkiyeyê bûn, hikûmeta Tirkiyeyê bêdeng bû, lê dema ji aliyê hêzên YPG’ê û hêzên hevbeş ve hate rizgarkirin, dest bi liv û tevgera xwe kir, gelo çima?
Piştî hêzên YPG/YPJ’ê û hêzên hevbeş piraniya herêmên sînor ên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de rizgar kirin, artêşa Tirkiyeyê ket nava liv û tevgerê. Sedema yekemîn ew e ku Hikûmeta Tirkiyeyê dibîne ku tenê çeteyên DAIŞ’ê dikare pilana wê li herêmê pêk bîne û li ser vê yekê bi awayekî eşkere alîkariya çeteyan dikir. Sedema duyemîn jî ew e ku hêzên berxwedêr ku ji nava gel hatine derketin û di serî de hêzên YPG’ê, têk bibe.
* Dewleta Tirkiyeyê hêzên berxwedêr û çeteyên DAIŞ’ê wekî hev dibîne, armanc ji vê yekê çi ye?
Tirkiyeyê ji ber piştgirî û alîkariya “terorê” û parastina çeteyan ketiye çiraveke mezin û ji bo zextên li ser Tirkiyeyê û hevpeymana di navbera Îran û Emerîka derbarê dosya nuklerî ya Îranê û gelek geşedanên di navbera hêzên navnetewî yên di pişt perdeyan de, hişt ku Tirkiyeyê neçar bibe li gorî biryarên navnetewî tevbigere. Li aliyekî din Tirkiyeyê ev yek wekî derfetekê dît ku xwe ji vê çiravê rizgar bike û xwe wekî dewleteke li dijî terorê diyar bike. Her wiha bi vê yekê dê tola xwe ji hêzên li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin hilîne.
Li ser van geşedanan Tirkiyeyê hin çalakiyên derewîn qaşo li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn û li şûna li baregehên çeteyan bide, navendên Artêşa Azad li Kobanê hedef girtin û li aliyekî din êrîşên xwe li dijî Herêmên Parastina Medyayê dest pê kirin. Ev yek bi serê xwe nakokiya dewleta Tirk nîşan dide.
Armanca sereke ji vê pilana Tirkiyeyê ew e ku xwe ji cîhanê re diyar bike ku ew şerê DAIŞ’ê dike, lê di rastiya xwe de bi hemû derfetên xwe hewl dide çeteyên DAIŞ’ê biparêze.
* Bi nêrîna we çima Tirkiyeyê êrîşî hêzên ku şerê DAIŞ’ê dikin, dike?
Tirkiyeyê ji fikra azad û guhertina rewşa herêmê ditirse. Tirkiyeyê li hemberî gelên herêmê ku êdî ji riya azadiya xwe venagerin, gelekî ditirse. Ev birçîbûna gelên herêmê ji azadiyê re nakeve berjewendiyên hikûmeta Tirkiyeyê. Niha gelên herêmê li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê û ji bo avakirina sîstemeke demokratîk ku azadî û wekheviyê ji wan re peyda bike, têdikoşin û xwe ji paşverûtiya dewleta Osmaniya avakiriye rizgar bikin. Li hemberî vê têkoşînê dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe li ser herêmê bidomîne gelek siyasetên qirêj li dijî welatiyan dide meşandin.
Hêzên YPG’ê ji destpêka avakirina wê ve parastina hemû pêkhateyên herêmê bingeh ji xwe re girt. Ji ber vê yekê ji hemû pêkhateyên herêmê beşdarî nava refên wê bûn û bi nêrîna xwe di pêşeroja gelan de hiştî ku bibe alternatîfeke ji sîstemên dîktator û ev yek jî nakeve berjewendiyên hikûmeta Tirkiyeyê.
* Li hemberî siyasetên hikûmeta Tirkiyeyê li herêmê çi ji gelên Tirkiyeyê tê xwestin?
Diyar e, gelê Tirk ji siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ne razî ye. hilbijartinên dawî îspat kir ku gelê Tirk bi siyasetên AKP’ê ne razî ye. Ji ber vê yekê divê gelên Tirkiyeyê û bi taybet gelê Tirk li hemberî siyasetên AKP’ê rabin ser piyan û biratiya gelan xurt bikin û ji bo azadiya hemû pêkhateyên herêmê têkoşîna xwe bilind bikin.
0 şîrove:
Post a Comment