Şervana dengbêj li Kobanê şehîd bû ~ HAWARNET Webtv

4/7/15



Şervana kurd Viyan Peyman di berxwedana li Kantona Kobanê de şehîd bû.

Li gor ahgahiyê gihiştine Rojnewsê şervana hunermend Viyan Peyman duh 6’ê Nîsanê di berxwedana Kobanê de şehîd bû.

Navenda ragihandina YPG’ê nûçeya şehadeta Viyan Peyman ji Rojnews re piştrast kir û da zanîn ku ewê di demê pêş de bi fermî eşkere bikin.

Viyan Peyman bi eslê xwe ji bajarê Mako ya rojhilatê Kurdistanê ye. Bi salan di nava refên azadiyê de tekoşîn dikir. Herî dawî dema êrîşa li ser Kobanê tevlî berxwedana wir bû. Her di destpêka berxwedana Kobanê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Tê gotin di şer de birîndar bûye û li gel hemû mudaxileyan nehatiye rizagarkirin û şehîd bûye.

Viyan Peyman di salên xwe yên şoreşgertiyê de li gel xebatên leşkerî bi dengê xwe yê zelal û xweş xizmeta çand û hunera kurdî jî kir. Viyan bi dengê xwe yê kurdewarî stranên dengbêjî digot ku bi strana wê ya şehîd Adil û strana li ser Kobanê dengê wê yê zelal di dil û mêjiyê gelê kurd de hate neqişandin.



Şervana dengbêj li Kobanê şehîd bû

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar: ,
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

     

     

     

     

    Copyright © HAWARNET Webtv | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org