Kampanya 'Ez Amedê qirêj nakim' berfireh dibe
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya bi dirûşma "Ez ji amedê hez dikim qirêj nakim" hat destpêkirin de belavok belav kirin.
Di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat destpêkirin de li navçeya Rezana Amedê belavok li gel hatin belavkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û rêveberên şaredariyê bi hev re ji serê duriyana Kûrûçeşmeyê ya navçeya Amedê heta kolana Barişê meşiyan û bi dikandar û niştecihên navçeyê re hevdîtin kirin û ji bo kampanyayê piştgirî xwestin. Her wiha welatiyên derdor bi armanca piştgiriyê belavok belav kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di çarçoveya kampanyayê de tîşortekî nivîskî yê kampanyayê li xwe kir û bala kişand.
Li aliyê din midûriyeta têkiliyên bi gel re ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî kartên li serê girtî û vekirî nivîsandî ji bo li deriyên dikanan bên daliqandin li gel belav kir.
0 şîrove:
Post a Comment