Serokê Kurdistanê û serokwezîra Elmanyayê hatin cem hev ~ HAWARNET Webtv

2/7/15



Civîna Merkel û Barzanî

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel seroka Almanyayê Angela Merkel di çarçoveya di çarçoveya 51emîn Kongreyê Ewlekariya Navdewletî  li bajarê Munich yê Elmanya destpêkiriye.

Tê pêşbînîkirin di civîna Barzanî û Merkel de çendîn pirsên girîng di destpêka wan de pirsên ewlekarî û siyasî, herwiha alîkariyên Elmanya bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê werin gotûbêjkirin.

Peymanêrê BasNewsê Armanc Agîd Nêrweyî li cihê civînê amade ye û di demeke nêzîk de zanyariyên temam li ser civînê radighîne.

Barzanî û Ebadî li Almanayê hevdîtinek pêk anîn 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî ku bûyî serokwezîr cara ewil e ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinek pêk anî.

Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî di çarçoveya  51emîn Kongreyê Ewlekariya Navdewletî de li bajarê Munich yê Almanya civînek pêk anîn.

Piştî hevdîtinê Barzanî û Ebadî gotin civîn “erênî” derbas bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha got: “Civînek gelek erênî bû. Me behsa hemû mijaran kir. Me mijara rêkeftinê, alîkariyê û hevdîtinên zêdetir nirxand.”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî piştî civînê ji Rûdawê re wiha got: “Min beriya niha jî hevdîtin ligel Mesûd Barzanî pêk anîbû lê ev cara ewil e piştî ku me hikûmeta avakir em hevdu dibînin.”

Ebadî anî ziman ku civîn erênî bû û divê hemû aliyên Iraqê bi hevre li dijî rêxistina DAIŞê tevbigere.

Barzanî: Kerkûk qet nakeve destê DAIŞ’ê 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar ku divê dariştinekî giştî ji bo Iraqê bê kirin. Barzanî ragihand ku bajarê Kerkûkê bi ti awayî nakeve destê çeteyên DAIŞ’ê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya El-Heyat a Lonndonî re axivî. Mesûd Barzanî bal kişand ser peymana Saykis Biko û wiha got: “Sînorên peymana Saykis Biko, sînorên çêkirîne.  Ji niha û pê de sînorên nû wê bi xwînê were dariştin, li hûndirê welat an jî li derveyî welat.”

Divê dariştinekî nû ji bo Iraqê bê kirin

Derbarê yekparçeyiya xaka Iraqê de jî Barzanî wiha got: “Ger bê xwestin ku Iraq yekgirtî bimîne, divê dariştinekî ji nû vê bê çêkirin.”

Mesûd Barzanî daxwaza çekan ji bo pêşmergeyan kir û wiha got: “Divê çekên giran ji bo pêşmergeyan werin, ji bo pişta wê grûbê (DAIŞ) bişkênin. Şerê li dijî DAIŞ’ê gelek ji şerê ku me di dema Seddam Hûsên de li dijî artêşa Iraqê dikir girantir e.”

Îranê alîkarî da pêşmergeyan

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser hêjmara DAIŞ’ê û got: “Niha DAIŞ xwediyê 50 hezar çekdariye. Xwediyê pisporên şareza yên leşkeriye. Pisporên xanenişbûyî (emeklî) yên Sovyeta Berê, Iraq, Sûriye, Ozbekîstan, Kazakîstan û Çeçenîstanê hatine di nava DAIŞ’ê de.”

Mesûd Barzanî destnîşan kir ku Îranê alîkariya leşkerî bi wan re kiriye û got: “Piştî min fermandarê artêşa Qudis Qasim Silêman li Hewlêr dît, Îranê du balafirên alîkariyên leşkerî gihand pêşmergeyan. Niha jî car caran ew alîkariya Îranê berdewam e.”

Kerkûk qet naveke destê DAIŞ’ê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê parastina bajarê Kerkûkê ji êrişên DAIŞ’ê wiha got: “Pêşmerge di nava Kerkûkê de ne û pêwîstî bi ti hêzekî din nîne. Kerkûk qet nakeve destê DAIŞ’ê.”

Serokê Kurdistanê û serokwezîra Elmanyayê hatin cem hev

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar: ,
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

     

     

     

     

    Copyright © HAWARNET Webtv | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org