QENDÎL - Gerîlayê HPG’ê Armanc Kurdo (Talîb Mahmudî) ku di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû, bi merasîmekî bi heybet ji aliyê gêrîlla û gel ve li Herêmên Parastinê yê Medya hat veşartin. Mûrad Karayilan di merasîmê de axaftinek kir û wiha got: “Em ji bo xaka pîroz a Kurdistanê li wir in. Em ji bo propagandayê neçûne wir. Lê înkara heqîqetê nayê qebûlkirin. Rêveberiya me nîqaşa em hêza xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişînin an nevekişîn3 dike.”
Gerîlayê HPG’ê Talîb Mahmudî sala 1991’an li bajarê Merîwan ê rojhlatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Mehmûdî 30’ê Çile li gundê Mektep Xalid ê Kerkûkê di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bû û 6’ê Sibatê saet 01.30’ê li nexweşxaneya Kerkukê ku dihat dermankirin şehîd bû. Mehmûdî li Qendîlê bi merasîmek leşkerî hat veşartin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Savaş Amed, endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lav, endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Alî Piling, yek ji fermandara YJA Starê Hêzîl Dêrsim, bi sedan gerîlayên HPG û YJA Starê, dê û bavê Mahmûdî û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn.
Merasîma leşkerî ya bi rêzgirtinê destpê kir, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan jî beşdar bû. Karayiln di daxuyaniyekê de wiha got: “Em îro ewladekî qehreman yê gelê Kurd bi rê dikin.” Karayilan têkoşîna 5 salan a Kurdo vegot: “Hevalê Armanc Kurdo ji herêma Merîwanê bû. Bi xebat û şerê xwe qehremaniya xwe îspat kir. Heval Armanc 5 sal berê tevlî bû. Wek milîtanekî Apoyî çi ket ser milê wî, anî cih. Bi fedakariyek mezin şer kir. Tevlî gelek çalakiyan bû. Bi ked, cesaret û fedakariya xwe bû fermandar.”
Kurdo ji bo Kerkûka pîroz şehîd bû
Karayilan da zanîn ku gerîlayê HPG’ê Kurdo di berxwedana li Başûrê Kurdistanê tê meşandin de pêşengî kiriye û got: “Ji şer re pêşengî dikir. Ciwanekî ji Merîwanê ji Rojhilatê Kurdistanê; ji bo peywira xwe ya neteweyî, parastinê bîne cih; di bin ala PKK’ê de ji bo parastina Kerkûka pîroz şer kir û şehîd ket. Em ji bo dê û bavên ku ewladên wisa mezin dikin spas dikin. Ev rastiye ku divê bi kêf û coşê bê pêşwazîkirin. Windahiya heval Armanc ji bo me windahiyek giran e. Ji ber fermandarekî ku pêşeroja wî ronî bû. Windahiya ewladên wisa bêguman ji bo Kurdistanê windahiyên mezin in. Lê em dizanin ku ew di rêyek pîroz de şehîd ketine. Em şopdarên wan in. Em sozê didin û dibêjin, ey şehîd bila dilê we rehet be. Em ê ala we her tim bilind bikin. Wê çekên we bêxwedî nemînin. Em ê Kurdistanê azad bikin û di têkoşîna Kurdistana azad de bîranînên we bidin jiyîn. Em vê sozê li huzurê hevalê Armanc Kurdo dubare dikin.”
Mûrad Karayilan ji dayîk û bavê Kurdo û hemû gelê Merîwan û gelê Kurd re sersaxî xwest û wiha berdewam kir: “ Hevalê me Cafer, dayika bi nirx Beha, bila dilê we rehet be. We ewladek gihand. Belkî kurt jiya, lê tijî jiya. Ew qehremanek bû. 5 salan li qadên PKK’ê têkoşîn meşand. Em ji bo we spasiyên xwe dikin ku we ewladekî wisa gihandiye. Di şeva 29’ê bi 30’ê Çile ve girê dida li Kerkûkê li gundên Mektep Xalid, Til Werde, Meryem Beg û Mele Abdulla êrîşên mezin hatin destpêkirin. Di vê êrîşê de heval Armanc birîndar bû û li Nexweşxaneya Kerkukê şehîd ket. Di heman pevçûnê de gelek pêşmerge şehîd ketin. Em di serî de ji malbatên fermandar Husên Mensûr, Şêrko Şiwanî û hemû malbatên pêşmergeyên şehîd ketine re sersaxiyê dixwazin.”
Destkeftiyên kurdan dikin armanc
Karayilan destnîşan kir ku li Kurdistanê rojên dîrokê tên jiyîn û êrîşên li dijî qezencên gelê Kurd bi armancên dagirkeriyên kûr tên kirin. Karayilan diyar kir Başûr û Rojavayê Kurdistanê çeteyên faşîzan, hov êrîşên dijwar pêk tînin û wiha got: “Ev êrîş ji armancên dagirker ên kurd ên li ser Kurdistanê ne dûr in. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê hedefgirtina qezencên Kurd ne tesaduf e. Ev di çarçoveya konseptekê de pêş dikevin. Em ê li dijî vê konseptê li ber xwe bidin. Ev parastin ji bo parastina qezencên gelê Kurd tê kirin, pîroz e. Bi xwînê hatine qezenckirin.”
‘Armanc dema pêşmergeyê birîndar rizgar dikir şehîd ket’
Karayilan bi lêv kir ku gelek kêmasî jî hene û wiha pêde çû: “Çeteyên DAIŞ’ê 29’ê Çile li xeta parastina Kerkûkê êrîşek mezin pêk anî. Ger ev êrîş bi ser biketa, wê xeta parastina Kerkukê têk biçûya û di heman demê de wê rafîneyên petrolê biketana destê wan. Wê hemû Kerkuk biketa bin xetereyê. Ji bo wisa nebe gerîlayên me têkoşînek mezin dan. Çûn piştgiriya pêşmergeyan, xet parastin. Li ser vî esasî berxwedan mezin bû. Êrîşên dijmin hatin şikandin. Hevalê Armanc bi tena serê xwe 42 cenazeyên DAIŞ’ê hêjmartiye. Dema hewl da pêşmergeyekî birîndar xilas bike şehîd ketiye. Di vir de berxwedanek mezin, ruh û fedakariyek mezin heye.”
Çapemeniya başûr rexne kir
Karayilan got ku divê ev maf teslîmî xwediyan bê kirin û bal kişand ser nêzîkatiyên şaş ên li dijî gerîlayan pêş dikeve û çapemeniya Başûrê Kurdistanê û hêzên Başûrê Kurdistanê rexne kir.
‘Em nîqaşa hêzên xwe ji Başûr vekişînin an na dikin’
Karayilan wiha berdewam kir: “Çapemeniya Başûr weke ku gerîla tine ne, nûçeyan pêşkêş dike. Nabînin û sansûr dikin. Rastiyan nabêjin. HPG, PKK di parastina Başûrê Kurdistanê de, li Şengal, xeta Mexmûr-Hewlêrê û Kerkûkê de bar radikin. Rola wan heye. Hinek kes ji bo hebûna gerîlayan a li Başûr dibêjin ev çima hatine. Hinek dibêjin hatine dagirkirinê. Em wek tevger van nêzîkatiyan qebûl nakin. Dixwazin wek hêzek ne rewa pêşkêş bikin. Naxwazin bibînin, dixwazin veşêrin. Dixwazin serê wê bigirin. Ev ne rast e. Em li wir şer dikin. Em canê xwe didin. Em ciwanên xwe yên bi nirx winda dikin. Em ji bo xaka pîroz li wir in. Em ji bo propagandayê neçûne wir. Lê heqîqet nekare bê înkarkirin. Niha rêveberiya me nîqaşa em hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişînin an na dike. Me ev xistiye rojeva xwe. Ji bo me helwesta gel jî girîng e.”
Divê hikûmeta Başûr nêzîkatiya xwe ya li hemberî gêrîlayan bigûherîne
Mûrad Karayilan rexne li hikûmeta başûrê Kurdistanê jî kir û wiha got: “Divê hikûmeta Başûr nêzîkatiya xwe ya li dijî gerîla biguhere. Ger nêzîkatiyên bi vî rengî neguherin, em ê hêzên xwe bikişînin. Bila gelê me jî bizane ku tercîha me ne ev e. Daxwaza gelê me çi ye? Em îradeya gelê xwe esas digirin. Em dixwazin qezencên gelê xwe biparêzin. Tecrûbeya gerîlayên me, tevgera me heye. Fedayî ye. Dikare biparêze. Dikare li dijî êrîşên DAIŞ’ê li ber xwe bide. Dikare êrîşên DAIŞ’ê bişikîne. Lê ji bo vê divê kêmasî ji holê rabin.”
Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de got ku gerîla û pêşmerge di heman mewziyê de mil bi mil şer dikin, lê fermandar nayên gel hev û got: “Çima meclîsa leşkerî tine? Çima fermandariya hevpar tine? Hêzên me yên leşkerî mil bi mil şer dikin, lê du kêmasiyên mezin hene. Îro li dijî qezencên gelê Kurd êrîşek mezin heye. Hêzên me yên leşkerî li gel hevin, mil bi mil şer dikin. Li Şengal, Kerkukê û Baqirtê şer dikin. Başe lê çima fermandariya hevpar tine. Çima meclîsa leşkerî ya hevpar tine? Çima hêzek hevpar, hêzek hevpar a Kurdistanî tine? Em vê pêşniyar dikin, lê kes bersivê nade. Ev pêwîst e, dîrok me mecbur dike. Berxwedana Kobanê ya pîroz vê wek şert dide ber me. Şengal vê şert dike. Kerkuk vê şert dike. Pêşmerge û gerîla di heman mewziyê de ne. Lê fermandar ne yek in. Bi hev re rûnanin. Ev tiştekî çawa ye? Ev nêzîkatiyek çawa ye? Ev nayê qebûlkirin. Divê bê guhertin. Ya pêwîst ev e.”
‘DAIŞ wê bi aktîfbûnê biqede’
Karayilan anî ziman ku divê şerê li dijî DAIŞ’ê aktîf be û got: “Di rewşa ku stratejî û taktîka aktîf bê meşandin de we DAIŞ li Kurdistanê biqede. Ji bo vê stratejî û taktîka rast şert e. Ev hêmayek girîng e. Li dijî DAIŞ’ê divê bi stratejiyên rast ên şer bên meşandin. Bi rêbazek wisa pasîf nabe. Niha agahiyên ku DAIŞ çawa êrîş bikin heye. Beriya ew êrîş bikin, divê em bikin. Divê di terza parastina aktîf de ev hebe. Nêrîna me wiha ye. Hêviya me ev e ku hemû hêzên têkildar, fermandarên pêşmergeyan, siyasetmedar û hikûmeta herêmî ve heqîqetê bibînin.”
Divê fermandariya hevpar bê avakirin
Karayilan diyar kir ku mezinbûna xetereyê yekîtiyê ferz dike, yekîtî tinebe û taktîka rast nebe, xetere heye. Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê fermandariya hevpar bê avakirin, hêza hevpar bên avakirin. Bi taktîk û stratejiyên rast li dijî DAIŞ’ê berxwedan bê pêşxistin. Ger wisa be, di demek kurt de wê DAIŞ ji Kurdistanê bê avêtin. Di heman demê de wê xetere rabe. Em dikarin darbeyên mezin li DAIŞ’ê bixin. Ev hêz bi hêzên Kurd re heye. Bi hêzên Kurdistanê re jî hêz heye. Bila tenê helwestek rast nîşan bidin. Em helwestek wiha hêvî dikin. Bi van hêviyan em şehîdê xwe oxir dikin.”
Mûrad Karayilan got ku PKK ji bo parastina qezencên Kurd ji her cureyê fedarakariyan re amade ye û banga berpirsyariyê li siyaseta Kurd kir û got: “Şehîd Armanc bi şehadet û berxwedana xwe peyamek neteweyî da. Îro bi ciwanên Kurd re ruh û kelecan mezin e. Ji bo parastina qezencên Kurd, divê siyaseta Kurd bi berpirsyar nêz bibe. Ev pêwîst e. Em wek tevgera Apocî, wek PKK’ê ji vê re amade ne. Çi bikeve ser milê me, em dikin. Em ji bo parastina Kurdistan û parastina qezencên Kurd amade ne ku her tiştî bikin. Em ji bo her fedakariyekê amade ne. Divê hêzên din ji wiha nêz bibin. Bi vê hêviyê, bi vê baweriyê, berxwedana îro li Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê tê meşandin pîroz e. Em bawer in ku ev berxwedan wê bi ser bikeve. Em ê di rêya wan de bi ser kevin.”
Piştî axaftina Karayilan dirûşim hatin berzkirin.
Bavê Mehmûdî: Hêviya min gerîlla ne
Bavê gerîlayê HPG’ê Armanc Kurdo, Cafer Mahmûdî axaftinek kurt kir û got: “Yekane hêviya min ev e ku PKK bigihêje serkeftinê. Ji bo gelê Kerkukê xwedî li kurê min derket, ez spas dikim. Ez ji bo pêşwazîkariya gelê xwe û gerîlayan gelek bi bandor bûm. Ez ji gerîlayan re spas dikim. Têkoşîna wan em anîn vê rojê. Ez ji hemû Kurdan û gelê xwe re serketinê dixwazim.
Dayîka Mûradî: Kurd wê her tim li ber xwe bidin
Dayika Armanc Kurdo, Behya Muradî jî axivî û got: “Şehîd bê mirin in, namirin. Şehîd bi serbilindî meşiyan serketinê. Înşalah wê gelê Kurd û Kurdistan azad be. Gelê Kurd her tim li qadên şer bûn. Wê her tim li ber xwe bidin. Kurê min jî wek hemû şehîdan tevlî karwanê nemiran bû.”
Mele Rehîm Helşoyî: Dil û dûayên me bi gerîllayan re ne
Ji melayên Qeladizê, Mela Rahîm Helşoyî jî tevlî merasîmê bû û wiha got: “Ez şehîdên me ku xaka me ji dijmin re nehiştin bibîr tînim. Em îro ji kesên di bin navê Îslamê de hovîtiyê dimeşînin re dibêjin ku me ji bo vê xakê gelek berdêl dan. Bi saya şehîdên xwe em di nava aramiyê de dijîn. Em ji hemû gerîlayan re bi hezaran silavan dişînin. Dilê me bi we re ye. Dûayên me bi we re ne. Gerîla îro bûye hêviya hemû mirovahî û gelê Kurd.”
Piştî axaftinan cenazeyê gerîla Armanc Kurdo bi dirûşmeyan hat veşartin.
ANF
0 şîrove:
Post a Comment