Hejmara qurbaniyên ketina balafira şîrketa TranAsia Airwaysli Tayvanê, ku roja çarşemê li paytexta Tayvanê Taybeyê ketiye nav çem, gihîşt 9 kesan.
Li gorî agahiyên çapemeniyê, balafira ART 72 piştî rabûna ji balafirgeha Taipei Songshan Airport li pireyekî eliqiye û ketiye nav çema Tzîlûn. Di balafirê de 53 rêwî û pênc endamên ekîbê hebûn.
Tê ragihandin, ku herî kêm 27 kes, ku neh mirî, ji aliya rizgarkeran ve ji balafirê hatine derxistin. Gelek rêwî heta niha di nava balafirê de asê mane. Li gorî agaiya çapemeniyê hin rêwî piştî bûyerê bi serê xwe derketine peravê. Tê gumankirin ku sedema qezayê dibe ku mercên hewayî yên xirab be. Di nav rêwîyan de du zarok jî hene.
0 şîrove:
Post a Comment