Li Kerkûkê xwendekarên Ereb êrîşî ala Kurdistanê kirin ~ HAWARNET Webtv

12/19/14


Li Kerkûkê xwendekarên Ereb êrîşî ala Kurdistanê kirin û ala DAÎŞ'ê rakirin Li bajarê Kerkûkê û li pêşiya Zanîngeha Kerkûkê di roja ‘Ala Kurdistanê’ de li beramberî bilindkirina ‘Ala Kurdistanê’ ji aliyê xwendekarên kurd ve, hinek xwendekarên ereb ala DAIŞ’ê bilind kirin. Ji ber vê yekê şer navbera xwendekaran de derket. Îro li başûrê Kurdistanê roja ‘Ala Kurdistanê’ ye. Her sal 17’ê Kanûnê li hemû sazî û rêxistinên fermî û hikûmî yên Herêma Kurdistanê ‘Ala Kurdistanê’ tê bilindkirin. Îsal jî wekî salên borî li dibistan û piraniya cihên geştyarî ‘Ala Kurdistanê’ hat bilindkirin. Di vê çaroveyê de xwendekarên kurd ên li zanîngeha Kerkûkê ‘Ala Kurdistanê’ bilind kirin, lê li beramberî vê yekê komek xwendekarên ereb ji bo şermezarkirina xwendekarên kurd, ala Iraq û DAIŞ’ê bilind kirin. Ev jî bû sedemê şer û pevçûnan di navbera xwendevanan de derbikeve. Li gor zanyariyên ketine destê RojNewsê de, di şer û pevçûnên navbera xwendekarên ereb û kurd de gulle hatine berdan. Di encamê de çend xwendekar birîndar bûn û birîndarek jî ji ber giraniya birîna xwe, rakirin nexweşxaneyê.

Li Kerkûkê xwendekarên Ereb êrîşî ala Kurdistanê kirin

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

     

     

     

     

    Copyright © HAWARNET Webtv | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org